ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-10-2025
10 cotmeh, 2025   02:00

Berdevkê “Pêngava Azadiyê” Sînan Onal da zanîn ku wê di sala 3’yan a pêngavê de Rêber Apo weke rêberê azadî û demokrasiyê bidin nasandin, bi dostên Kurdan re konferans bên çêkirin û bi saziyên navnetewî re hevdîtin bidomînin ku zextê li Tirkiyê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di sala 6'emîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê de, şêniyên ku bi darê zorê ji bajêr koçber bûne, daxwaza xwe ya misogerkirina vegereke ewle û derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dubare kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Dewleta Tirk a dagirker di dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de zêdetirî 300 hezar sivîl koçber kirin. Ji hingê ve, bi hezaran zarok li kampên koçberiyê çêbûn ku tu carî gundên xwe nedîtine. Li kêleka wê jî hewldanên guhartina demografiyê yên dagirkeriya Tirk didomin. BI WÊNE Û DÎMEN

Saziya Giştî ya Pembo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 27ˊê Îlona 2025ˊan ve zêdetirî 10 hezar ton pembo bi rêya navendên xwe yên li Hesekê, Reqa û Dêrazorê wergirtiye. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê rêveber ê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê diyar kir ku kampanyaya navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dewam dike, li ser astên siyasî, dîplomasî û girseyî berfireh dibe û got divê sala bê ji bo gelên Kurd û Tirkiyeyê bibe sala azadî, aştî û demokrasiyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku li welat yasayeke aşkera ku xebata partiyên siyasî li welat bi rêxistin bike nîn e û hikumeta veguhêz di hewlên xwe yên feclkirina jiyana siyasî û astengîkirina rêya demokrasiyê de siyaseta rejîma berê dişopîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan-Asûrî şehîdên Meclisa Bêt Nehrên li Pakrewangeha Şehîdên Suryan-Asûrî ya li Hesekê bi bîr tîne, 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN