Komxebata diyalogê bi dawî bû 

Komxebata diyalogê ya li bajarê Qamişloyê bi dawî bû û encamnameya wê hate aşkerakirin.

Komxebata diyalogê bi dawî bû 
Komxebata diyalogê bi dawî bû 
Komxebata diyalogê bi dawî bû 
18 mijdar, 2026   15:50
QAMIŞLO

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan îro (çarşem) li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê komxebatek organîze kir. 300 endamên tevger û rêxistinên jinan, rewşenbîr û siyasetmedarên jin tev li komxebatê bûn.

Di komxebatê de tundiya siyasî, hiqûqî û rola jinan di entegrasyonê de hate nirxandin. Di dawiya komxebatê de berdevka Kongra Star Gulistan Gulo encamname xwend.

Encamname wiha ye:

“1- Misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de, wekhevî di navbera jin û mêran de hebe. Li ser bingehê zayendî, neteweyî û olî cudahî neyê kirin û mafên wan di destûrê de bên misogerkirin.

2- Tevlêbûna jinan a saziyên zagonsaz, rêveber, îdarî û dadwerî bê misogerkirin, di hemû astan de nûnertiya xwe bike û bibe xwediyê biryarê.

3- Perwerdeya bi zimanê dayikê di destûrê de bê misogerkirin.

4- Têkoşîn li dijî tundiya siyasî û sazûmanî ya li ser jinan bê kirin. Her wiha li hemberî siyaseta paşguhkirine bibe xwedî helwest. Garantî bê dayîn ku jinan xwe bi rêxistin bike, nêrîna xwe bînin ziman û tev li siyasetê bibe.

5- Bi rêya qanûn û mekanîzmayan jinan ji tundiyê biparêzin. Dawî li tundiya malbatî, civakî, aborî û zayendî bê û kesên tundiyê li jinan dikin bêne cezakirin. Garantî bê dayîn ku jin bigihêjin edaletê û bê cûdahiyê têxin di navbera wan hemû jin bêne parastin.

6- Xurtkirina rola tevger û rêxistinên jinan û tev li pêvajoya aştî û edaleta veguhêz bibin.

7- Mekanîzmayên xweser bêne avakirin da ku kiryarên li dijî jinan qanûnî bişopînin. Kesên ku zirarê didin deskeftiyên jinan û mafên wan, bêne cezakirin."

(np)

ANHA