Saziya Giştî ya Pembo heta niha 10 hezar ton pembo wergirtiye

Saziya Giştî ya Pembo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 27ˊê Îlona 2025ˊan ve zêdetirî 10 hezar ton pembo bi rêya navendên xwe yên li Hesekê, Reqa û Dêrazorê wergirtiye.

Saziya Giştî ya Pembo heta niha 10 hezar ton pembo wergirtiye
Saziya Giştî ya Pembo heta niha 10 hezar ton pembo wergirtiye
Saziya Giştî ya Pembo heta niha 10 hezar ton pembo wergirtiye
Saziya Giştî ya Pembo heta niha 10 hezar ton pembo wergirtiye
10 cotmeh, 2025   05:50
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 27ˊê Îlona 2025ˊan de, bi rêya navenda Mehlece ya li Hesekê, Navenda Pembo ya li Reqayê û navenda Dêrazorê, dest bi wergirtina pembo ji cotkaran kiribû.

Pembo li gorî karta ji yekîne û komîteyên çandiniyê ve tê dayîn tê wergirtin. Cotkar serî li yekîneyên şêwirê yên li herêma xwe didin ku vê kartê wergirin, û li gorî wê dikarin pembo radestî her sê navendan bikin.

Girêdayî mijarê, hevserokê Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mustefa Îbrahîm diyar kir ku ji ber hêza wergirtinê sînordar e zexteke mezin li ser yekîneyên şêwirê û komîteyên çandiniyê heye. Li navenda Hesekê rojane 700 ton û li navenda Reqayê 300 ton pembo tên wergirtin.

Îbrahîm da zanîn ku mewsima îsal ji aliyê paqijbûnê ve baş e û tu mîqdarên mezin ên ji mewsima kevin ve tune ye û destnîşan kir ku cotkaran çandeke baş ji bo parastina pembo di dema berhevkirinê û nereşandina avê de wergirtine.

Îbrahîm hin şîret li cotkaran kir û diyar kir ku tavilê pembo nebin navendan û nefiroşin bazirganan û got dê navend heta bidawîbûna xebata kirînê vekirî bimînin û dê sazî tevahî mewsimê ji welatiyan bikire.

Îbrahîm destnîşan kir ku bazirgan bi bihayeke kêm pembo ji cotkaran dikirin, lê li navendên pembo biha ji ya bazirganan baştir e.

Saziya Giştî ya Pembo heta 9ˊê Cotmeha 2025ˊan 10 hezar ton pembo ji cotkarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtine, di heman demê de jî xebata wergirtin û teslmîkirinê dewam dike.

(fr)

ANHA