Komeleya Newroz tundiya li ser jinan nîqaş kir

Komeleya Çandî û Civakî ya Newrozê ku navenda wê li Beyrûtê  ye panelek li ser mafên jinan û tundiya li dijî wan tê kirin organîze kir.

Komeleya Newroz tundiya li ser jinan nîqaş kir
Komeleya Newroz tundiya li ser jinan nîqaş kir
Komeleya Newroz tundiya li ser jinan nîqaş kir
Komeleya Newroz tundiya li ser jinan nîqaş kir
Komeleya Newroz tundiya li ser jinan nîqaş kir
14 mijdar, 2026   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Çandî û Civakî ya ya Newrozê li navenda xwe ya paytexta Lubnan, Beyrûtê ye panelek li ser mafên jinan û tundiya li dijî wan tê kirin li dar xist. Di panelê de parêzer, çalakvan û hiqûqnas Fereh Ebdullah amade bû, her wiha nûnerên ji komeleyên jinan ên Lubnan, Filistîn û Kurdan beşdar bûn. Di panelê de rêbazên parastina jinan, xurtkirina mafan û têkoşîna li dijî tundî û cudahiyê hatin nîqaşkirin.

 Panela ku di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de hat lidarxistin bi axaftina Sekretera  komeleyê Nesrîn Biro dest pê kir. Nesrîn diyar kir ku rûbirûbûna tundiyê ne tenê redkirina êrişên yekser e, lê sekna li dijî şêweyên cudahiya yasayî, civakî, aborî û çandî ye ku mafên jinan kêm dike, ye.

Nesrîn anî ziman ku mafên jinan mafên bingehîn in ku nabe bazar li ser bê kirin an jî derengxistin. Her wiha anî ziman ku avakirina civakeke adilan jî rêzgirtina li rûmeta mirovahiyê û cihêrengiyê hewce dike.

Nesrîn bal kişand ser ezmûna jina Kurd û têkoşîna wê ji bo maf, nasname û beşdariya di jiyana giştî de û girîngiya ezmûna hevserokatiyê vegot.

 Di dewama axaftina xwe de Nesrîn behsa cudahiya di yasayên Lubnanê de nemaze di yasayên zayendî, rewşên takakesî, xebat û parastina civakê de, pêşketinên yasayî yên girêdayî têkoşîna li dijî tundiya malbatî, destdirêjî û astengiyên rûbirûbûna jinan di gihîştina bo parastin û edaletê de, kir.

 Di panelê de li ser berpirsiyariya saziyên fermî û civaka sivîl di rûbirûbûna tundî, valahiya di navbera yasa û bicihanînê de, girîngiya xweseriya aborî ya jinan, rola wan a perwerdehî, çandî û hişmendiya civakî hat nîqaşkirin.

Di dawiyê de hat gotin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berpirsiyariya giştî ye û pêdiviya wê bi hewldanên yasayî, saziyane û çandî heye û pêkanîna wekheviyê ne tenê biryardana bi mafan e, lê misogeriya karîna jinan a bikaranîna wê bi azadî, rûmet û ewlehî ye.

(f)