Li Şerîaya Rojava êriş pêk hat kuştî û birîndar hene

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di encama êrişeke bi otomobîl û kêrkirinê de li başûrê Şerîaya Rojava hin kes birîndar bûne. Xizmeta bijîşkî ya Stêrka Daûd ragihand ku kesek hatiye kuştin.

Li Şerîaya Rojava êriş pêk hat kuştî û birîndar hene
18 mijdar, 2025   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî xizmeta ambulansê ya Îsraîlê roja Sêşemê, di êrişeke li başûrê Şerîaya Rojava de kesek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di encama "êrişa bi otomobîl û kêrkirinê li xaçerêya Gush Etzion" li başûrê Şerîaya Rojava hin kes birîndar bûne.

Xizmeta Bijîşkî ya Stêrka Daûd ratihand ku kesekî 30 hatiye kuştin û da zanîn ku tîmên wê "jineke 40 salî ku di rewşek giran de bû, û zilamekî dora 30 salî û zarokekî 15 salî " derman kirine.

Di daxuyaniyek din de, artêşê got ku hêzên wan li cihê bûyerê "du terorîst bêbandor kirine".

Li gorî daxuyaniyê, "di wesayîta ku êrişkaran bikar aniye de çend teqemenî hatine dîtin", û artêş "lêgerînan dike, bendê kontrolê danîn û herêm dorpêç kiriye".

(k)