"Tevî Her Tiştî"... çîroka jinên Rojava yên ku ji bo azadiyê têdikoşin vidibêje

Di Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava de Fîlma "Tevî Her Tiştî" hate nîşandan. Film balê dikşîne ser jiyana jinên li herêmê û hewldanên wan ên ji bo avakirina civakek demokratîk.

18 mijdar, 2025   19:06
QAMIŞLO

Çalakiyên 5`emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja xwe ya 6`emîn de berdewam kir. Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û Navenda Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê film hatin pêşandan.

Bernameya roja 6`emîn bi semînerkê li Navenda Mihemed Şêxo dest pê kir. Di semînerê de bandora pevçûn û veguherînên siyasî li ser çêkirina fîlman, û rola sînemayê di veguheztina çîrokên gelan di demên pevçûn û koçberiyê de hat gotûbêjkirin.

Piştî semînerê, kurtefîlma " Tongueless Dream - Xewna Bê Ziman" hate nîşandan, ku balê dikşîne  ser têkiliya di navbera bîrdank, deng û nasnameyê de.

Belgefîlma "Tevî Her Tiştî" ya Robert Craig jî hate nîşandan. Fîlm çîrokên jinên ku li gundê "Jinwar"ê, dijîn vedibêje, rastiyên rojane yên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide û rola wan di avakirina civakek demokratîk de ji sifirê, tevî şer û bêaramiyê, vedibêje.

Bernameya danê êvarê bi nîşandana kurtefîlma "Happy End" berdewam kir, piştre kurtefîlma "Bint El Shalabiya" hate nîşandan.

Li Navenda Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê jî, bername bi belgefîlma "Threads of a Revolution" dest pê kir, piştre fîlma dirêj "Xoftex", belgefîlma "Nyumba" û belgefîlma kurt "In the Heart of the Sun" hatin nîşandan.

Nîşandanên îro bi filma " Our Songs Were Ready for All Wars to Come ", ku bandora bîrdanka çandî û hunerî li hember şer vidibêje, bi dawî bûn.

(k)