Li dijî binpêkirinên çeteyên Tirkiyeyê li Minbicê xwepêşandan hat lidarxistin

Bi sedan  şênî û mamosteyan li bajarê Minbicê yê dagirkirî derketin kolanan û sûc û binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Li dijî binpêkirinên çeteyên Tirkiyeyê li Minbicê xwepêşandan hat lidarxistin
Li dijî binpêkirinên çeteyên Tirkiyeyê li Minbicê xwepêşandan hat lidarxistin
Li dijî binpêkirinên çeteyên Tirkiyeyê li Minbicê xwepêşandan hat lidarxistin
18 mijdar, 2025   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê yê dagirkirî roja Sêşemê ji bo şermezarkirina kuştina Abdullah El Mûsa El Hesen yê ji taxa El Esediye li başûrê bajêr, û birîndarkirina kesekî din, ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve, xwepêşandanek mezin li dar xistin.

Xwepêşander li ber deriyê navenda ewlehiyê ya li navenda bajêr, ku wekî baregehek ji bo çeteyan tê bikaranîn û ji aliyê îstîxbarata Tirkiyeyê ve tê birêvebirin, kom bûn. Şêniyan daxwaz kir ku sûcdar bên darizandin û binpêkirin û sûcên berdewam ên li dijî şêniyan werin rawestandin.

Her wiha bi sedan mamosteyên ji bajêr û gundewarên derdora wê li ber avahiya navenda  perwerdeyê çalakiyek rûniştinê li dar xistin. Mamosteyan daxwaza mûçeyên xwe kirin ku ev çend meh in hatine rawestandin.

Li Minbic û gundewarê wê li dijî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.

(k)