Li Qendîlê Cejna Berxwedana Neteweyî tê pîrozkirin 

Ji çar beşên Kurdistanê bi hezaran kes ji bo tevlî pîrozbahiya 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî bibin, li Binarê Qendîlê ne. Di van kêliyan de pîrozbahî bi coşek mezin destpê kiriye.

Li Qendîlê Cejna Berxwedana Neteweyî tê pîrozkirin 
28 mijdar, 2025   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh ve ji bo tevlî pîrozbahiya 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî bibin, ji çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes berê xwe dane Binarê Qendîlê. Li gorî agahiyên nûçegihanê me ragihandî, pîrozbahiya Cejna Berxwedana Neteweyî destpê kiriye û bi coşek mezin dewam dike.

Xelk kom bi kom bi alên KCK, Rêber Apo û şehîdan bi kêfxweşiyek mezin berê xwe dan qada pîrozbahiyê.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî wê peyama Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê Lavan Mistefa ve hate xwendin.

Piştî peyamê hunermend Ferman Hewramî, Îbo Qamişlo, Koma Awazê Çiya derketin ser dîkê û bi stranên xwe coşek mezin dan pîrozbahiyê.

Di van kêliyan de şahî bi coşek mezin dewam dike.