Bafil Talebanî: Em ji hikûmetê xwe vedikişîn

Bafil Talebanî ragihand ku ew îtiraf bi civîna Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê nakin û daxwaz ji PDK’ê kir ku dawî li tevgera hêzê bîne û got: “Em ji vê hikûmetê vedikişin.”

Bafil Talebanî: Em ji hikûmetê xwe vedikişîn
5 mijdar, 2026   22:51
NAVENDA NÛÇEYANA

Piştî civîna Meclisa Rêveberiya Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) bi tevlîbûna serokê wê Bafil Talebanî û şûnde berî niha Bafil Talebanî peyameke bi dîmen ser civînê da.

Bafil Talebanî ragihand ku wan gelek caran li Hewlêrê bi berpirsan re hevdîtin pêk anîne û got: “Her carê ku pêşketin çêbûye di hevdîtinan de têk çûye, parlamento li hev neciviyane. Lê belê di nav PDK’ê de hatiye isbatkirin ku nizanin hikûmraniyê bikin, me berê gotibû tişteke wiha bibe, em îtiraf pê nakin.”

Talebanî wiha domand: “Îro rêveberiya YNK’ê desthilat da min û em radigihînin ku em îtiraf bi vê civînê nakin. Ev hikûmet têk çûye. Lewma biryara me ew e ku em ji vê hikûmetê vekişin. Em ji her qurbaniyê re amade ne. Em bi çareserkirina pirsgirêka Rojava û pêvajoya aştiyê û birayên xwe yên li Rojhilat ve mijûl in.

Peyameke min ji we re heye; we biryareke neheq da. Ez ji we re dibêjim, gel netirsînin. Dest ji liv û tevgera hêzê berdin. Em civînê û hikûmeta ku dê di encama vê civînê de were avakirin nas nakin. Ez ji wan dixwazim ku me neçar nekin ku bertek nîşan bidin. Ew çi postê li Hewlêrê destnîşan bikin, em ê li Silêmaniyê destnîşan bikin.‘‘