Şêxê Qebîleya El Welda: Eşîr mertala ewlehî û yekitiyê ne

Şêxê Qebîleya El Welda diyar kir ku eşîr li dijî hewldanên derxistina fitneyan mertalên ewlehî û yekitiyê de ne û destên wan ji aştî û hezkirinê re dirêjkirî ne.

Şêxê Qebîleya El Welda: Eşîr mertala ewlehî û yekitiyê ne
29 mijdar, 2025   03:20
TEBQA

Şêxê Qebîleya El Welda, Hamid El Ferec der barê hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

Şêx Hamid El Ferec diyar kir ku qebîle û eşîrên Ereb ên li Sûriyeyê ji kevin ve li pêş bûn û li hemberî dagirkeran sekinîn, lê rejîma Baas wan paşguh dikir.

El Ferec destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, tevgera eşîran bi xurtî li pêş bû, lê ligel wê hewldanên derxistina fitneyan jî derketin û got: "Eşîr ji van hewldanan hişyar in û dixwazin gel bi ewleh li welatê xwe bijîn."

Şêx Hamid El Ferce diyar kir ku dengê eşîrên Ereb ji Sûriye, heya Mexrib û Kendavê yekitiyê bang dike û parçebûnê red dike.

Hamid El Ferec anî ziman ku helwesta eşîran sabit e ku hewlên derxistina fitne û nakokiyên mezhebî red dikin.

Her wiha got, divê Sûriyeyê yekgirtî be û bawer kir ku dê Sûriyeyê piştî ewqasî êş û azar dê bighêje aştiyê.

El Ferec di dewama axaftina xwe de bang li eşîran kir ku di bidestxistina istiqrarê û çareserkirina pirsgirêkên kuştin û rakirina tolê de kar bikin.

El Ferec îşaret pê kir ku eşîr mertala ewlehiya welat in û rola medya dîjîtal di belavkirina fitneyan de jî rexne kir. El Ferec da zanîn ku çanda eşîran li ser esasê belavkirina xêrê û alîkardayînê ye.

Şêxê qebîleya El Welda, Hamid El Ferec di dawiya axaftina xwe de ev peyam da eşîran "Rêzgirtina li tevahî pêkhateyan, tevkarî, welatparêzî, parastina yekitiya ax û gelê Sûriyeyê bingehên avakirina Sûriyeya siberojê ne."

(bb)

ANHA