Li Îranê 3 erdhej çêbûn

Li navçeya Behbadê ya Îranê 3 erdhej li pey hev çêbûn.

Li Îranê 3 erdhej çêbûn
28 mijdar, 2025   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Mehrê ragihand ku li bajarê Behabad ê li parêzgeha Yezdê ya li navenda Îranê 3 erdhej li pey hev çêbûn. 

Li gorî heman ajansê, erdheja yekem saet 01.11’ê sibeha bi pîleya 4.9 û kûrahiya 15 kîlometreyan de çêbû. Piştî 2 deqeyan erdhejeke din bi pileya 5.1 û kûrahiya 12 kîlometreyan de çêbû. Erdheja sêyemîn jî saet 01.42’an bi pileya 3.2 û kûrahiya 8 kîlometreyan pêk hat.

Ekîbên Heya Sor ji bo nirxandinê berê xwe dan cihên erdhejê.

(bb)