Li Qahîreyê dan û danstandinên berdana dîlgirtiyan dest pê dikin

Ji bo nîqaşkirina mijara berdana dîlgirtiyên li Xezayê û dîlgirtiyên Filistînê yên li Îsraîlê, li Qahîreyê dan û standinên di navbera Îsraîlê û Tevgera Hemasê de dest pê dikin. Hemwextî wê di berbanga îro de li Şerîda Xezayê 57 kes hatine kuştin.

Li Qahîreyê dan û danstandinên berdana dîlgirtiyan dest pê dikin
5 cotmeh, 2025   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, ji bo nîqaşa mijara berdana dîlgirtiyên Îsraîlê yên li Xezayê û dîlgirtiyên Filistînê yên li Îsraîlê, li Qahîreyê dan û standinên di navbera Îsraîlê û Tevgera Hemasê de dest pê dikin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hêviya xwe anîbû ziman ku di çend rojan de dîgirtî vegerin.

Wê di dan û standinan de zavayê serokê Amerîkayê Donald Trump, Jared Kushner û nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff amade bin, da ku peymana berdana dîlgirtiyên ji destpêka êrişa Hemasê ya dijî Îsraîlê ya di Cotmeha 2023ˊyan de bi ser bixin.

Ev hewlên dîplomatîk piştî 2 rojan ji ragihandina Tevgera Hemasê ya amadebûna berdana dîlgirtiyan di çarçoveya pêşniyara Trump a bidawîkirina şer de, pêk hatin.

 US President Donald Trump's son-in-law, Jared Kushner, and his envoy, Steve Witkoff, are also arriving in Egypt to finalize a deal to release hostages held since Hamas's attack on Israel on October 7, 2023.

Netanyahu duh ragihandibû ku wî ji şandeya danûstandinê xwestiye ku biçin Qahîreyê, da ku "hûrgiliyên teknîkî bi ser bikevin".

Li gorî kanala "El Qahîre El Exbariyê" ya bi ser îstîxbarata Misirê ve, dê Tevgera Hemasê û Îsraîlê yekşem-duşemê dan û standinên neyekser li Qahîreyê têkildarî "amadekariyên şert û mercên meydanî yên proseya pevguherîna tevahî dîlgirtiyan, ji bo pêkanîna plana Trump" bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ji bo pêkanîna plana rawestandina şer "ew ê tu derenbûyînê qebûl neke".

Piştre duh, Trump got Îsraîlê li ser "plana vekişîna destpêkê ya ji Hemasê re aşkera kiriye erê kiriye".

Li aliyekî din jî ligel ku Trump daxwaza rawestandina êrişan ji Îsraîlê kiriye, lê artêşa Îsraîlê êrişên dijî Şerîda Xezayê didomîne. Berdvekê Parastina Sivîl a Şerîdê Mehmûd Besel ji AFPˊê re gotibû, "Bîlançoya şehîdên ji ber bombebaranên Îsraîlê yên bênavber li dijî Şerîda Xezayê ya di berbanga îro de, derketiya 57 kesan, di nav wan de 40 ji bajarê Xezayê ne."

(fr)