Bîlançoya hilweşîna dibistanek Endonezyayê bilind bû; 37 kes mirin

Hejmara xwendekarên di hilweşîna dibistanek li Girava Java ya Endonezyayê de jiyana xwe ji dest daye derket 37ˊan.

Bîlançoya hilweşîna dibistanek Endonezyayê bilind bû; 37 kes mirin
5 cotmeh, 2025   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Ajansa Rêveberiya Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê Yudhi Bramantyo ragihand ku hejmara qurbaniyên hilweşîna dibistanekê ya li bajarê Sidoarjo yê li Girava Java, derketiya 37 kesan.

Bramantyo da zanîn ku 141 kes ji bin kavilan hatine derxistin, ji wan 104 kes di rewşa ewle de ne û 37 kesan jiyana xwe ji dest da. Hîna 26 kes jî winda ne.

Avahiya dibistana li bajarokê Sidoarjo duşema borî bi ser serê xwendekaran de hilweşiya.

(fr)