Li Kobanê merasîma sersaxiyê ya şehîd Şervan Perwer

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gerîla Şervan Perwer merasîma sersaxiyê li dar xist û gerîlayên HPGˊê, Ronî Baz Gever, Şivan Cîlo û Kerîm Avareş bi bîr anîn.

9 cotmeh, 2025   17:41
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xwerser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, berê xwe da gundê Xizênê yê başûrê bajarê Kobanê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sersaxî ji malbata şehîd Şervan Perwer û rêhevalên wî re xwest.

Konê merasîma xiyabî ya ji bo gerîlayên HPGˊê Şervan Perwer, Ronî Baz, Şivan Cîlo û Kerîm Avareş ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ve hate vedan û di kon de wêneyên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan hate daliqandin.

Merasîma xiyabî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyan a Kantona Firatê Mistefa Êto sersaxî ji malbatên her çar şehîdan re xwest û bejna xwe li hember giyanên wan tewand.

Mistefa Êto anî ziman ku ew ê her tim şopdarên rêya şehîdên xwe bin û wiha got: "Şehîdan ji tevahî gelên cîhanê re rêya azadiyê nîşand da. Em bi saya şehîdên xwe gihiştin vê astê û em ê bi berxwedana şehîdên xwe bigihêjin asta serkeftinê. Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û em ê tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin."

Endamê Tevgerên Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê Mihemed Mihemed destnîşan kir ku van her çar şehîdan bi hemû hêza xwe têkoşîn kirin û heta kêliya xwe ya dawiyê û got: "Van her çar hevalan li ku derê dibû bila bibûya, li ku derê pêwîst dikir berê xwe didan wir û berxwedanî dikir û heta gihiştin şehadetê."

Endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Rûmet Halim axivî û wiha got: "Bi saya berxwedana van her çar hevalan em gihîştin vê astê. Em bi şehîdên xwe serbilind û em soz didin rêya wan bişopînin û hata ku digihêjin asta serkeftinê."

Endama Komîteya Aborî ya Rêveberiya Xwerser a Kantona Firatê Emîra Mihemed da zanîn ku gelê ku ne xwedî şehîd bin û ne rêxistinkirî bin, wê demê ew gela wê rastî komkujî û qetilaman were û got: "Em xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin û em soza şopandina rêya şehîdan didin. Ji ber vê yekê em xwedî hêz in û em hêza xwe ji giyanên şehîdên xwe werdigirin, lewma em xwedî îradeya herî xurt in."

Dûre wesîqeya şehîd Şervan Perwer hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gerîla Şivan Cîlo Gever,  Kerîm Avareş û Şervan Perwer di 16ˊê Hezîrana 2023ˊan de, gerîla Ronî Baz Gever di 10ˊê Tîrmeha 2023ˊyan de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn.

Di dawiyê de dirûşmên "şehîd namirin" hate berzkirin.

(ekîb/fr)

ANHA