ˋBidawîkirina dagirkeriyê rêya vegera ewle ya koçberan eˊ

Rêxistina Mafê Mirovan li Sûriyê di salvegera 6ˊemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de daxwaza bidawîkirina dagirkeriya Tirk û misogeriya vegera ewle ya koçberên bi darê zorê kir û got berdewama sûcan û guhertina demografîk binpêkirina aşkera ya yasayên navneteweyî û gefên dijî yekitiya Sûriyeyê ye.

ˋBidawîkirina dagirkeriyê rêya vegera ewle ya koçberan eˊ
9 cotmeh, 2025   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan li Sûriyeyê bi boneya salvegera 6ˊemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya de hat gotin ku di ser dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re 6 sala derbas bûn. Artêşa Tirk û komên wê di 9ˊê Cotmeha 2019ˊan de êriş kirin, di encamê de karesatek mirovî çêbû, zêdetirî 300 hezar sivîl bi darê zorê ji malên xwe koçber bûn, sûcên şer li dijî welatiyan hatin kirin.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de çekên qedexe bi kar anîn û armanca wê guhertina demografiya herêmê bû. Heta piştî dagirkirina her du bajaran jî sûcên qetilkirin, revandin, şantajkirin, desteserkirina mal û milkan û qedexekirina vegera malbatan li malên xwe dewam dikin.

Di dewama daxuyaniyê de rêxistinê îşaret bi peymana 10ˊê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz de kir û anî ziman ku di peymanê de mafê vegera koçberan li herêmên xwe bi awayekî ewle heye, lê heta îro pêk nehatiye. Ev yek jî binpêkirina li hember koçberan û qurbaniyan e.

Rêxistinê destnîşan kir ku berdewama dagirkeriyê û paşguhkirina mafên qurbaniyan rêveçûna siyasî yan jî çareseriyeke siyasî ya giştî asteng dike û diyar kir ku bidawîkirina trajediya koçberên Serêkaniyê û Girê Spî gaveke bingehîn ber bi pêkanîna aştiya şêniyan û îstîqrara welat e.

Rêxistinê di dawiya daxuyaniya xwe de ev daxwaz kirin:

Derxistina tevahî komên çekdar ên alîgirê dewleta Tirk ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê.

Misogeriya vegera ewleh ya koçberan di bin çavdêriya NYˊyê de bi garantiyên navneteweyî.

Hesabxwestina ji sûcdarên sûcên şer û binpêkirinên li dijî sivîlan, aşkerakirina aqûbeta kesên winda û berdana tevahî girtiyên bi zorê ji bo hundirê Tirkiyeyê hatine veguhastin.

Şandina komîteyek lêpirsîna navneteweyî ji bo şopandina binpêkirinan û berpirsên wan ji bo darizandinê bêne pêşkêşkirin.

Tawîzdana mexdûran û vegerandina mal û milkên hatine desteserkirin, jinûve sererastkirina binesaziyên hatine wêrankirin di bin çavdêriya yekser a navneteweyî kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêkanîan edelatê û cezakirina sûcdaran rêbaza yekane ya avakirina aştiya mayînde li Sûriyeyê û misogeriya vegera birûmet û ewle ya tevahî koçberan e.

(fr)