Jinên Zenûbiya di salvegera 27ˊan a komployê de daxuyaniyek da

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê bi boneya salvegera 27ˊemîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe heta pêkanîna daxwazên xwe bidomînin.

Jinên Zenûbiya di salvegera 27ˊan a komployê de daxuyaniyek da
9 cotmeh, 2025   17:57
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 27ˊemîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Endama meclisê Sena El Remedan li pêş avahiya Desteya Jinan a li herêma Meamil bi tevlêbûna nûnerên jinan ên ji komîte, saziyên sivîl û leşkerî û hejmarek ji çalakgerên siyasî û hiqûqnas ên kantonê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêber Apo sembola hêvî û hezkirina jiyanê ye û hat diyarkirin ku li dijî Rêber Apo siyasetên navneteweyî li gorî berjewendiyan didomin.

Meclisê destnîşan kir ku fikra Rêber Abdullah Ocalan ne li gorî pragmatiya siyaseta navneteweyî ye.

Di dawiyê de Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya daxwaza kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pabendbûna bi banga aştiyê zextê li desthilatên Tirkiyeyê bikin, ji ber ku komploya navneteweyî bi hemû şêweyên wê didome.

(fr)

ANHA