Li Helebê foruma nîqaşkirina mafên jinan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de

Foruma Şêwirê ya ku Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Helebê li dar xistiye bi gelek encamnameyên girîng bi dawî bû.

12 nîsan, 2025   22:55
HELEB

Ji bo nîqaşkirina maf û erkên dikevin ser milê jinan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li hola Losos ya bajarê Helebê forumeke şêwirê li dar xist.

Di forumê de partiyên siyasî (Partya Vîna Gel, Eniya Demokrastiyê ya Rizgarkirina Filistînê, Partiya Guhertin û Ronesansê, Partiya Demokratîk ya Sûrî, Partiya Yekitiya Demokratîk), Malbenda Qêrîna Welat, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), kesayetên rewşenbîr, diktora û endazyarên ji Helebê û Idlibê, beşdar bûn.

RÊVEBIRINA CIVAKÊ

Xebatên forumê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin, dûre berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî mijara forumê ya bi sernavê "Bi têkoşîna jinên Sûriyeyî em Sûriyeke demokratîk ava dikin" xwend.

Di mijarê de bal li ser rola pêşeng a ku jinan ji destpêka krîza Sûriyeyê de lîstiye hat kişandin. Fatme wiha got: "Jinan kampanyayên sivîl bi rê ve birin û gelek însiyatîfên ji bo edaleta civakî dan destpêkirin, meclisên xwecihî, rêveberiyên perwerdehiyê ava kirin û civakên xwe ji bingeh heta lûtkeyê de bi rêxistin kirin. Di xebatên siyasî de rola xwe ya girîng lîstin."

Fatme diyar kir ku hêmana bingehîn a avakirina Sûriyeyek demokratîk jin e. Ji ber ku jin dikarin mozaîka civakî ya parçebûyî komî ser hev bikin.

Der barê berpirsiyariya dikeve ser milê jinan de Fatme destnîşan kir ku Sûriyeya nû li ser kavilên jinan nayê avakirin, lê wê bi dest û têkoşîna jinan siberojeke adilane û Sûriyeyeke demokratîk were avakirin û tu kes li derveyî vê namîne.

JIN PARASTINA NASNAMEYA CIVAKAN DIKE

Dûre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin. Derhênera şano û sînemayê, piştgira psîkolojîk û xebatkara di warê xizmeta kooperatîf de ji bo kesên astengdar Xinwe Heyder axivî û got: "Pirbûna dayîn, jinê ji hebûneke berhemdara hestiyarî, perwerdehî, fermandarî û hêzê vediguherîne xerîdarekê. Ji lew re pêşniyar dikim ku rola piştigiriya derûnî were xurtkirin ku nifşên nû li ser netundî û zanabûnê têkilî bi hev re deynin."

Bijîşk Amine Ziyad Ebû Hemîde ya di ku "Eniyar Demokrasiyê ya Rizgariya Filistînê" de ye û mêvana ji Nêreb e, bal kişand ser alîkariya jinan a bingehîn di avakirina civakan û pêkhatina nasnameya wan de û got ew yek bi rêya rola wê di gihandina nifşan û pêkanîna hevgirtin û îstîqrara malbatî pêk tê.

PARASTIN

Rojnameger û Gerînendeya Giştî ya Şîrketa Tûrîzmê û Rêwîtiyê û endama Meclisa Rêveberiya Komeleya Niştimanî ya Geşepêdana Jîngehê Ehid Berîdî jî diyar kir ku jina têkoşer wê rastî zihniyeta baviksalariyê, jina nezan û têkçûyî bê, her wiha yek jineke ku parastina xwe û mafên xwe dike weke ku parastina tevahî jinan dike.

Forum bi xwendina encamnameyên girîng ên l igorî nêrînên beşdar û fikrên wan bi dawî bû. Encamname ji hêla berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Zelûx Reşîd ve hat xwendin û wiha ye:

"Pêwîst e destûra bingehîn a Sûriyeyê ya pêşerojê were guhertin û mafên jinan bi awayekî dadperwerane werin parastin, komîseriyeke niştîmanî ya serbixwe ji bo kar û barên jinan were avakirin, bernameya perwerdê ya siyasî ji keç û jinan re bê destpêkirin, jin tev li komîteyên dan û standinên niştîmanî û veguhêz bibin, piştgiriya rêxistinên civaka sivîl ên jinan di aliyên qanûnî û darayî ve bê kirin, jinûve meteryalên perwerdehiyê di ber çavan re werin girtin ku nirxên wekhevî û edaletê bên xurtkirin, ji bo jinên di dirêjahiya salên şer de rastî binpêkirinan hatine edalet pêk bê, amadebûna jinan di çapemeniya xwecihî û niştîmanî de bê xurtkirin."

(fr)

ANHA