Dikana kevnûnûyan

Li bazara bajarê Til Temirê dikaneke tije tiştên kevn û nû hene balê dikişîne. Di serdema teknolojiyê de ev dikan mirov dibe demên borî jî.

Dikana kevnûnûyan
Dikana kevnûnûyan
Dikana kevnûnûyan
Dikana kevnûnûyan
Dikana kevnûnûyan
Dikana kevnûnûyan
Dikana kevnûnûyan
Dikana kevnûnûyan
13 nîsan, 2025   03:45
HESEKÊ
ABDULXENÎ EL HAMAN

Li quncikekî Kolana Şehîd Omer Baravî a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, dikanekr biçûk heye ku jiyaneke tijî mîrate nîşan dide. Xelk li dikanê kom dibin, li tiştên li ser refikan dinêrin. Ev firoşgeh ne tenê dikanek e, lê cîhaneke biçûk e ku tijî çîrok, dîrok û ruhê ked û xebatê ye.

Di wê dikanê de, jina bi navê Wadha El Hemed a 75 salî rûdinê ku tevî nexweşî û temenê xwe yê mezin pêşwaziya bikiran dike. Wedhayê ev dikan berî 40 salan damezirandiye û ji wê çaxê de karê xwe berdewam dike.

Lê jiyan ji bo Wadhayê ne hêsan bû. Di 11’ê Kanûna 2015’an de li bajarê Til Temirê di encama bombebarana çeteyên DAIŞ’ê de kurê wê jiyana xwe ji dest da û 3 zarok li pey xwe hiştin. Niha Wedha wan zarokan xwedî dike. Tevî êşa windabûnê jî, Wadha dev ji erka xwe ya dayikiyê berneda, dikana xwe ji nû ve vekir û vegeriya karê xwe. Niha neviyê wê ku bavê wî di êrişa DAIŞ`ê de jiyana xwe ji dest dabû, alîkariya wê dike.

Wadha di dikana xwe de amûrên ku ji bo karên rojane yên gundî û cotkaran pêwîst in, difroşe; derzî, werîsên rêsayî yên ku ji bo çêkirina gelek tiştên malê dihatin bikaranîn, her weha melkesên destan, çirayên kevn û kemberên jinan ku berê dihatin bikaranîn.

Li her quncikekî dikanê, hûn ê tiştekî bibînin ku bîranînên kevn bîne bîra we û kesên ku dikevin dikanê hest dikin ku ew vegeriyane rojên xwe yên zarokatiyê, dema ku her tişt sade bû.

Her sibe, Wadha diçe dikana xwe da ku xelkê ku ji dever û gundên Til Temirê hatine dikanê pêşwazî bike. Mêr û jin jî tên, li pêdiviyên xwe yên rojane digerin.

Tevî şert û mercên jiyanê yên dijwar jî lê Wadha dîsa bi hêviyeke mezin dijî û dibêje: "Ez li vir im ji bo ku neviyên xwe mezin bikim û hêviyê bidim wan, tevî temenê min yê mezin jî, lê ez nikarim wan bi tenê bihêlim. Ev dikan mîrateya min e ji bo wan, ev derfeta wan e ku çavkaniya xwe ya debarê peyda bikin, ez hêvî dikim ku ez ji wan re jiyaneke xweştir bihêlim. "

Îro Wadha Al Hemed jiyaneke tijî ked, fedekarî, hêvî û xwestekan dijî. Windabûn ji bo wê ne dawî bû, lê bû destpêka ked û têkoşîneke nû ji bo neviyên wê û ji bo siberojeke xweştir û baştir.

(k)

ANHA