Heyeta Rêveberiya Xweser li Şamê ye

Heyetek ji Herêma Rêveberiya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nîqaşên der barê perwerdeyê de çû Şamê.

Heyeta Rêveberiya Xweser li Şamê ye
12 nîsan, 2025   22:05
NAVENDÊ NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine wergirtin, di çarçoveyê pêkanîna bendên peymana ku di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê  Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de hate îmzekirin, îro heyetek ji Herêma Rêveberiya Xweser bo gotûbêjên li ser perwerdeyê çû Şamê.

Tê gotin ku wê sibe li Şamê, bi desthilata Şamê re hevdîtin werin kirin, lê der barê hevdîtinê de heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.