Li Ermenistanê çekdar ketin navenda polîsan  

Piştî îmzekirina peymana agirbestê li Qerebaxê ku wek xwe teslîmkirin hat dîtin, ketinên çekdaran ji navendên polîsan li Ermenistanê re dubare bûn.

Li Ermenistanê çekdar ketin navenda polîsan  
24 adar, 2024   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansên nûçeyan ên Rûsyayê ragihand ku çekdar ketina navenda polîsan a li taxa Nor-Nork a paytexta Ermenistanê Êrîvanê.

Ajansa nûçeyan a Interfaks a Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêrin dezgehên xwecih, destnîşan kir ku tê gumankirin ku ew çekdar girêdayî rêxistina (Combat Brotherhood) in. Roja yekşemê jî 50 endamên wê rêxistinê hatin binçavkirin.

Ajansê diyar kir ku dengê teqînan û gulebaranan hat bihîstin û hin kes birîndar bûn.

Piştî îmzekirina peymana agirbestê li Qerebaxê ku ev wek xwe teslîmkirin hat dîtin, êrişên li dijî navendên polîsan ên Ermenistanê zêde bûn.

(mh)