Îsraîlê li Xezeyê êrişî nexweşxaneyê kir: 6 kes mirin, 20 kes birîndar bûn

Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasir a li bajarê Xan Yûnisê kir. Hate ragihandin ku di êrişê de de herî kêm 6 kes mirin, 20 kes birîndar bûn.

Îsraîlê li Xezeyê êrişî nexweşxaneyê kir: 6 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
12 mijdar, 2026   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Parastina Sivîl a Xezeyê Mahmûd Basal agahî da Reutersê û diyar kir ku Îsraîlê sibeha Pêncşemê êrişeke hewayî bir ser beşa cerrahî ya Nexweşxaneya Nasirê. Ji ber êrişê xisareke mezin li beşa navborî ya nexweşxaneyê hat.

 Hate ragihandin ku di encama êrişê de herî kêm 6 kes mirin ku yek ji wan cerrah Rezik Ebuşira bû. Her wiha gelek kes birîndar bûn.

 Berdevkê Hamasê êriş weke "sûcekî şer" pênase kir. Artêşa Îsraîlê piştî êrişê daxuyanî da û îdîa kir ku li Nexweşxaneya Nasirê êriş li ser rayedarekî payebilind ê Hamasê û hin şervanên din hatiye kirin.

 Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ji 10'ê Cotmeha 2025'an û vir ve ji dema agirbestê û vir ve zêdeyî 1500 Filistînî di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin.