Mîhrîcana Fîlman a Rojava di roja xwe ya 6`an de didome

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî di roja xwe ya 6`an de li Qamişloyê didome.

Mîhrîcana Fîlman a Rojava di roja xwe ya 6`an de didome
18 mijdar, 2026   13:37
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6`emîn ku ji hêla Komîna Fîlm a Rojava ve bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” tê lidarxistin, di roja xwe ya 6`an de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê didome.

Di roja 6`an a mîhrîcanê de dê fîlmê Xesan Helfawî “Erased, Ascent of the Invisible” li SîneJinê, fîlmê pêncemîn a di koma “Ji Rojava” de bi sernavê “Decision” bê pêşandan.

Piştî nîvro dê beşdar li Navenda Çand û Hunerê beşdarî paneleke der barê rewşa çandî ya li Sûriyeyê de bibin.

Dê îro kurtefîlmên kurdî yên bi navê “Gazelle” û “Limo Knew Everything” bên pêşandan, her wiha dê fîlmê “Nizûh” jî bê pêşandan.

(sb)

ANHA