Gerînendeyê Perwerdeyê bi mamosteyên Til Temirê re civiya

Gerînendeyê Perwerdeyê yê Parêzgeha Hesekê Ednan Berî bi kadroyên perwerdeyê yên bajarê Til Temirê re rewşa perwerdeyê, pirsgirêkên ku dibistan pê re rû bi rû ne, rêbazên derbaskirina astengiyan û pêşxistina qada perwerdeyê nîqaş kirin.

Gerînendeyê Perwerdeyê bi mamosteyên Til Temirê re civiya
Gerînendeyê Perwerdeyê bi mamosteyên Til Temirê re civiya
Gerînendeyê Perwerdeyê bi mamosteyên Til Temirê re civiya
Gerînendeyê Perwerdeyê bi mamosteyên Til Temirê re civiya
Gerînendeyê Perwerdeyê bi mamosteyên Til Temirê re civiya
Gerînendeyê Perwerdeyê bi mamosteyên Til Temirê re civiya
18 mijdar, 2026   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Perwerdeyê yê Parêzgeha Hesekê Ednan Berî bi armanca nîqaşkirina rewşa perwerdeyê, pirsgirêkên ku dibistan pê re rû bi rû ne, rêbazên derbaskirina pirsgirêkan û pêşxistina qada perwerdeyê îro bi kadroyên perwerdeyê yên bajarê Til Temirê re civiya. 

Civîn li hola Xeymê bi beşdariya bi dehan rêveberên qadên perwerdeyê û mamosteyan pêk hat.

Di civînê de Berî behsa rewşa saziyên perwerdeyê yên li Til Temirê, astengiyên dibistan pê re rû bi rû ne, bandorên şer û koçberiyê li ser proseya perwerdeyê kir. Her wiha bal kişand ser zerarên li binesaziya qada perwerdeyê bûne, pêdiviyên dibistanan û girîngiya dabînkirina hawardoreke guncaw ji xwendeakran re.

Berî anî ziman ku şopandina rewşa perwerdeyê û sekinandina li ser pêdiviyên kadro û dibistanan bingeha derbaskirina zehmetiyan e û got, divê pirsgirêk werin nîşandan da ku aliyên têkildar li ser bisekinin.

Di civînê de pirsgirêkên girêdayî ji nû ve birxêstinkirina qada pewerdeyê, pêdiviyên hemahengiya îdarî û perwerdehî hatin vegotin. Hate gotin ku divê istiqrara dibistanan û kadroyên perwerdeyê mîsoger bibin da ku xwendekar bi rêkarên rêxistinî an guhertinên îdarî  bi bandor nebin.

Berî got, ji bo pêşxistina rewşa perwerdeyê, girîng e têkilî bi kadoryên perwerdeyê were hebe û li têbinî û daxwazên wan werin guhdarkirin.

(bb)