Li Ceremanayê endamekî hêzên ewlekariyê hat kuştin û 3 birîndar bûn

Li taxa El Humsî ya Ceremanayê di encama pevçûnê de endamekî hêzên ewlekariyê hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li Ceremanayê endamekî hêzên ewlekariyê hat kuştin û 3 birîndar bûn
18 mijdar, 2026   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa El Humsî (Nabulsî) ya bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê di navbera Hêzên Ewlekariya Giştî û komek çekdar de pevçûn derket.

Li gorî agahiyên pêşîn di encama pevçûnê de endamekî Hêzên Ewlekariya Giştî hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li taxê alozî dewam dike.

(bb)