KNK’ê girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd şAermezar kir

Konseya Rêveber a KNK’ê girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd şermezar kir û got: “Dengê azadiyê û demokrasiyê bi zext û girtinan nayê bêdeng kirin. Mafên siyasî û demokratîk divê bên parastin.”

KNK’ê girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd şAermezar kir
18 mijdar, 2026   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê operasyon û binçavkirinên 17’ê Mijdarê yên li dijî endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ku navenda wan Amedê bû û li Enqere, Mêrdîn, Êlih û bajarên din pêk hatin daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd bi awayekî tund şermezar dikin û vê yekê weke binpêkirina mafên siyasî, azadiya raman û mafê demokratîk dinirxînin.

Girtin û zextkirina siyasetmedarên Kurd ji ber helwest, raman û xebatên wan ên siyasî, ne rêya çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd bi awayeke siyasî û aştiyane ye. Ev cure kiryar tenê zext û bêbaweriyê zêde dikin û rê li ber diyalog û çareseriyên pirsa gelê Kurd digirin.

KNK bang li desthilatdarên dewleta Tirk dike ku mafên bingehîn ên demokratîk û siyasî yên siyasetmedarên Kurd mafekî demokratîk û rewan e, van mafan bê kêmahî nas bike. Şêwazên girtina siyasetmedarên kurd bi ti rengî nayê qebûlkirin û pêwîste demildest bê şert û merc bêne berdan.

Her wiha em bang li hemû sazî, rêxistin û hêzên demokratîk dikin ku li hemberî binpêkirinên mafên siyasî û demokratîk ê gelê Kurd bêdeng nemînin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên pêwîst bavêjin.

KNK di vê demê de bang li hemû hêz, partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê dike ku ji bo parastina mafên gelê Kurd, li dijî hemû şêwazên zext û zordestiyê helwesteke hevpar nîşan bidin. Di heman demê de pêwîste ku yekîtiya neteweyî û hevrêziya siyasî demildest pêk bînin.

Dengê azadiyê û demokrasiyê bi zext û girtinan nayê bêdengkirin. Mafên siyasî û demokratîk divê bên parastin.”