Hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê 2 ciwanên Siwêdayî li Şamê revandin

Hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê 2 xortên ji Siwêdayê li herêma Meşrû Dumer a Şamê revandin.

Hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê 2 ciwanên Siwêdayî li Şamê revandin
24 adar, 2024   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji malpera "Siwêda 24" re destnîşan kir ku li bajarokê Şeqa yê bakurê rojhilatê Siwêdayê piştî ku agahî ji herdu xortan Usama Hemed El Qelanî û Xeldûn Cabir nehatin girtin, alozî dîsa derket.

Kesên ji wan xortan ve nêz e hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê bi revandina herdu xortan tohmetbar kir, ji ber ku ew li herêma Meşrû Dumer a navenda Şamê roja pêncşema borî winda bûn.

Di wê rojê de şêniyan avahiya gerînendetiya navçeya Şeqa dorpêç kir û banga berdana herdu xortan kir. Lê belê bavê El Qelanî nexwest tu gavên din bên avêtin. Îro jî alozî derket holê û banga berdana herdu xortan hat kirin.

(mh)