Eşîrên erebî: Pêwîst e hikumet û eşîrên Iraqê nekevin pey planên Tirkiyeyê

Rûspî û serokeşîrên kantona Reqayê li ser encamên peymanên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Iraqê de hişyarî da. Her wiha bang li hikumet û rûspiyên eşîrên Iraqê kir ku nekevin pey plan û armancên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a dagirker.

Eşîrên erebî: Pêwîst e hikumet û eşîrên Iraqê nekevin pey planên Tirkiyeyê
25 adar 2024   04:09
REQA
EHMED EL ESAF

Di 14'ê Adarê de li paytexta Iraqê Bexdayê wezîrê karên derve yê Iraqê û hempîşeyê wî yê Tirk û berpirsên ji herdu aliyan civiyan. Di civînê de gelek dosyayên wek ên girêdayî ewlekarî, projeyên enerjî û avê hatin nîqaşkirin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya van lihevkirinan derbasî xaka Iraqê bibe û baregehên xwe di kûrahiya 40 kîlomtre li Iraqê de bi cih bike. Di encamê de jî metirsî li ser pêkhateyên gel û serweriya hikumeta Iraqê zêdetir dibe.

Der barê vê mijarê de, serokeşîrê Sebxa, Mihemed Tirkî El Sewan ji ajansa me re wiha axivî: "Her lihevkirinek ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne metirsiyê dide xaka Iraqê û gelê wê."

El Sewan wiha domand: "Dewleta Tirk ji berê de li ser vê xakê sûc pêk anîne. Her cihekî ku ew derbasê dibe jê dernakeve. Tirkiye hewl dide lihevkirinan bi bihaneyên parastina sînor pêk bîne, lê belê armanca wê dagirkirina xakê ye."

'TIRKIYE TU CARÎ NEBÛ DOSTÊ IRAQ Û SÛRIYEYÊˊ

El Sewan wiha li gotina xwe zêde kir: "Me ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê li ser xaka Sûriyeyê gelek zehmetî kişandin. Binêrin li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê çi kir. Wê ev bajar veguhastin wargehên terorê."

El Sewan bang li gel û eşîrên Iraqê kir ku nekevin pey plan û peymanên dewleta Tirk a dagirker, ji ber ku Tirkiye tu carî nebû dostê Iraq û Sûriyeyê.

Rûspiyê eşîra Şibil, Emar El Hamî destnîşan kir ku ev lihevkirinên ku dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Iraqê re pêk tîne bi armanca zextkirina li ser hikumeta Iraqê û dagirkirina xaka wê ye û got: "Nîqaşkirina dosyaya enerjî û avê ji bo pêkanîna lihevkirinên din e û metirsiyê bide dewleta Iraqê."

El Hamî wiha domand: "Her lihevkirinek ku tê de hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê bi kûrahiya 40 kîlometreyan derbasî xaka Iraqê bibin, metirsiyê dide Iraqê. Armanca dewleta Tirk jî dagirkirin e."

El Hamî destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyeyê çavnebariya wê di Iraqê de piştrast dikin û got: "Wê berê îdia dikir ku ew dostê gelê Sûriyeyê ye, lê niha bûye dijminê wî ya yekemîn."

El Hamî diyar kir ku pêwîst e gel û hikumeta Iraqê metirsiya planên dewleta Tirk a dagirker baş bizanin.

(mh)

ANHA