Li Colanê dengê teqînan hat bihîstin

Li herêmên nêzî Colanê ya li başûrê rojavayê Sûriyeyê dengê teqînan hat bihîstin.

Li Colanê dengê teqînan hat bihîstin
18 mijdar, 2026   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku li ser maperên medyaya dijîtal û malperên nûçeyan ê Sûriyeyê hatine belavkirin, li herêmên nêzî Colanê ya li başûrê rojavayê Sûriyeyê dengê teqînan hat bihîstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyar kir ku dengê teqînan li Colanê di encama teqandina 400 mayinan de hatiye bihîstin ku ji hêla Îsraîlê ve hatine teqandin.

(sb)