Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk, ji bo piştgiriya QSD'ê, li bajarê Dirbêsiyê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de welatiyan girêdana bi hêzên xwe û destkeftiyên şehîdan ve nîşan da.

Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
Li Dirbêsiyê şahiya piştgiriya QSDˊê
21 cotmeh, 2025   23:16
HESEKÊ

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk, ji bo nîşandana piştgiriyê ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re şahiyek li qada Geracê ya bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê organîze kir.

Di şahiyê de girseya gel, endamên saziyên sivîl, tevgerên jin û ciwanan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên ji partiyên siyasî amade bûn.

Di şahiyê de endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Kamîran El Hesen got ku QSDˊê hêza xwe ji gelên berxwedêr ên herêmê werdigire.

El Hesen soza şopandina metoda şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê dubare kir û diyar kir ku ew ê heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk parastina mafên gelan û pêkhateyên herêmê bikin.

Di şahiyê de hunermend Mehmûd Ezîz, Nesrîn Botan û Mueyed Şiwêş stranên şoreşgerî û gelêrî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA