Li Dêrazorê çekdaran êrişî jinekê û hevjînê wê kir

Çekdarên nenas li herêmeke Dêrazorê a di bin kontrola hikumeta veguhêz de êrişî jinekê û hevjînê wê kir û erebeya wan desteserkirin.

Li Dêrazorê çekdaran êrişî jinekê û hevjînê wê kir
21 cotmeh, 2025   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên nenas li nêzîkî têketina bajarê Muhesen ê Dêrazorê yê di bin kontrola hikumeta veguhêz a şamê de  êrişa welatiyê bi navê Fewaz û hevjîna wî kir.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, çekdaran di bin gefa çekê û qetilkirinê de erebeya wan ya cûreya ‘’Porter 2024ˊan’’ desteserkirin.

Di demên dawî de, ji ber nebûna tevliheviya ewlehî, nebûna yasayê, necezakirina sûcdaran li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz de bûyerên wiha zêde bûn.

(ac/fr)