Li taxeke Şamê çekdaran bi ser malên sivîlan de girt

Di gel tevliheviya ewlehî, nebûna hikumeta veguhêz û saziyên wê yên ewlehiyê, çekdaran li taxa Cebel El Werd a Şamê li sivîlan dan, dikan, erebe û motorsiklêtên wan şikandin.

Li taxeke Şamê çekdaran bi ser malên sivîlan de girt
21 cotmeh, 2025   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Cebel El Werd a Şamê çekdarên nenas bi ser malên sivîl û gelek dikanên wan ên bazirganiyên de girtin; li sivîlan da, pencere û kelûpelên dikan tar û mar kirin, erebe û motorsiklêtên li taxê şikandin.

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku çekdarên êrişkar cilên leşkerî û ewlehî li xwe kiribûn, ji wan jî rûgirtî hebûn. Kiryarên wan di nava şêniyên taxê ku piranî ewlehî ne tirs û fikar çêkir.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çekdar li taxên ku welatiyên Elewî lê hene êriş malên wan dikin û li gorî agahiyan sivîl birîndar bûne û hikumeta veguhêz û saziyên wê yên ewlehiyê destwerdan nekir.

Li paytexa Şamê, bi rêya astengiya li dijî welatiyên elewî û gefên valakirina malan an jî qetilkirina wan ger ku red kirin, hewlên koçberkirina bi darê zorê hene. Berê jî li taxa Someriyê û Mezê 86 ev yek pêk hatibûn.

(mh/fr)