Legleg dîsa vegeriyan cih û warên xwe yê resen

Piştî 10 salan dîsa refên leglegan vegeriyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li cih û warên xwe yên resen hêlîn çêkirin.

Legleg dîsa vegeriyan cih û warên xwe yê resen
Legleg dîsa vegeriyan cih û warên xwe yê resen
Legleg dîsa vegeriyan cih û warên xwe yê resen
Legleg dîsa vegeriyan cih û warên xwe yê resen
19 gulan, 2025   12:48
QAMIŞLO

Herêmên Tirbespiye û Girkê Legê yên kantona Cizîrê jîngehên kevnar ên leglegan in. 

Di 10 salên borî de, legleg pir kêm li kantona Cizîrê dihatin dîtin, ji ber ku berê koça wan a ji Ewropayê ketibû parzemîna Afrîkayê. Lê îsal legleg dîsa vegeriyan jîngeha xwe ya xwezayî ya li gundewarên Tirbespiyê û Girkê Legê û hêlîn çêkirin.

Tê zanîn ku navê bajarê Girkê Legê ji navê vî balindeyî hatiye ku legleg di dema cotbûnê de dihatin wir û havînan dîsa berê xwe didan Ewropayê.

(k)