Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate lidarxistin

Li Dêrikê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî û bidawîbûna sala perwerdeyê şahiyek ji xwendekarên dibistanên seretayî re hat lidarxistin.

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate lidarxistin
19 gulan, 2025   14:02
QAMIŞLO

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê bi hemahengiya Rêveberiya Dibistana Şehîd Aydil a seretayî ya bajarê Dêrikê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) û bidawîbûna sala perwerdeyê, şahiyek li dar xist.

Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê bi amadebûna bi dehan şagirt û mamosteyan pêk hat.

Di şahiyê de Koma Kulîlkên Rojava ya zarokan stran gotin. Şanoger Lazar Dêrik û Îsamîl Welo jî şanoyeke kurt li ser mijarên xwendin û hevaltiyê pêşkêş kir.

(bb)

ANHA