Li Hemayê mozaîkeke dîrokî hat dîtin
Li gundekî Hemayê mozaîkeke serdema Romayê hat dîtin.

Beşa Vekolandinê ya Daîreya Şûnwaran a Hemayê ragihand ku wê mozaîkek li gundê Meryemîn ê Hemayê dîtiye.
Li gorî daîreyê, mozaîk ji serdema Romayê ye û destnîşan kir ku tablo dema kolandina bîrekê di xaniyekî de, di kûrahiya 2.5 metreyan de hatiye dîtin. Pîvanên wê bi qasî 4.30x2 metre ye.
Li gorî daxuyaniya mûdîriyetê ku li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiriye, mozaîka ji sê dîmenên sereke pêk tê: li beşê jorîn resmê Xwedawenda Tyche heye (di mîtolojiya Yewnaniya Kevn de xwedawenda şans, bextê û qederê ye), li kêleka wê bi Yewnanî "Bextewar" hatiye nivisandin, li dora nivîsê jî çarçoveyeke geometrîkî ya heştgoşeyî ya bi şiklê keziyan heye, li derdora wê jî heşt mozîkên çargoşeyî hene. Her wiha li her du kêlekan jî ku motîfên geometrîk ên ji serdema Romayê vedigerin hene.
Gundê Meryemîn ku li newala Humsê li başûrê rojavayê Hemayê ye, yek ji kevintirîn cihên dîrokî yên Sûriyeyê ye. Lêkolînerê fransî René Dussaud destnîşan kir ku li gorî bingehên delîlên kevirî yên li wir hatine dîtin, avakirina wê vedigere sala 2000’î ya berî zayînê.
(bb)