Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa: Em ê heta naskirina statuya Rojava li qadan bin

Kurdîstanî û dostên wan li bajarê Rochefort ê Fransayê, li bajarên Kopenhag, Aalborg ê Danîmarkayê û Bernê yê Swîsreyê meş lidarxistin û destnîşankirin ku heta statu were naskirin û di asta navneteweyî de were mîsogerkirin wê li qadan bin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa: Em ê heta naskirina statuya Rojava li qadan bin
31 ÇILE, 2026   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Rochefort ê Fransayê, Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û dewleta Tirk û piştgiriya berxwedana Rojava meş lidarxistin. Girseya ku di saet 14:00’an de li pêşiya Postaxaneya Rochefortê kom bûn, heta pêşiya şaredariyê meşiyan.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Kurdistan yek e”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Li pêşiya Şaredariyê, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, endama saziyên civaka sivîl a Fransî Drogue Magalî axivî. Magalî diyar kir ku agirbesta ku di dema nêzîk de hate ragihandin, divê ne pêvajoyeke tundiyê ya nû, lê derî li aştiya adil, mayîne û bi rûmet veke. Magalî diyar kir ku heta statuya Rojava were naskirin, wê çalakiyên wan bi ruhê seferberiyê dewam bike.

Çalakî bi gerandina govendê, tilîliyan û silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.

AALBORG

Li bajaê Aalborg ê herêma Nordjylland ê Damîmarkayê, bi armanca protestokirina komkujiyên li Roajva û piştevaniya bi gelê Rojava re ku di bin dorpêçê de ye, meş hate lidarxistin. Di çalakiya ku bi pêşengiya Komîteya Kurdistan hat lidarxistin de, êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk hatin protestokirin.

Girseya ku li Toldbod Pladsê kom bû, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Jin, Jiyan, Azadî” meşiya.

Meş tevî hewaya sar jî bi coş dewam kir. Girseyê tevî dirûşmeyan heta navenda bajêr Nytorvê meşiya.

Li Nytorvê sirûda Ey Reqîb hate xwendin û ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre danezanên bi zaravayê Kurmancî û Soranî ya Kurdî û Dancî hate xwendin.

Endama Meclîsa Şaredariya Aalborgê Lasse Olessen rexne li polîtîkayên hevkariyê yên hêzên emperyalîst li Rojava bi Colanî û Erdogan re dimeşinin. Olessen axaftina xwe bi dirûşmeya,  “Bijî berxwedana Rojava, bijî serhildana Rojhilat” bi dawî kir.

Meş bi dirûşmeyên piştevaniya bi Rojhilat û Rojava re bi dawî bû.

KOPENHAG

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li paytext Kopenhagê, di saet 13:00’an de li hev kom bûn, ber bi Qada Axeltorvê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî YPG-YPJ”, “Yek e yeke gelê Kurd yeke”, “Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek welat e”, “Statu ji bo Rojava”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Colanî” hatin berzkirin.

Girseya ku piştî meşê li Qada Axeltorvê kom bû, bertekên xwe bi dirûşmeyan anîn ser ziman. Di mitînga li vir de, li ser navê partiyên siyasî û saziyan axaftin hatin kirin. Danezana Defend Rojava hate xwendin û li ser navê Folketinget’te Enhedslisten  Soren Søndergaard, ji Liberal Allianceyê Karen West û ji SF’ê Taner axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku di encama berxwedana gel de agirbest û peyamên cuda hatine rojevê û hate destnîşankirin ku şoreş û berxwedana Rojava di heman demê de têkoşîna azadiya jinan e.

BERNÊ

Bi hezaran Kurdistanî û Swîsreyî li paytexta Swîsre Bernê hatin cem hev û êrişên çeteyên li Sûriyeyê yên li ser Rojava protesto kirin. Girseya gel bal kişand ku heya statûya Rojava neyê mîsogerkirin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Girseya ku li Meydana Schützenmatte hat cem hev, alayên YPG, YPJ û Ala Rengîn hildan. Di çalakiyê de posterên Rêber Apo hatin hildan û gelek pankart û afîşên ku balê dikşînin ser berxwedana Rojava hatin vekirin. Zarokên beşdarî çalakiyê bûn kefenên spî yên bi xwîn li xwe kirin, her wiha porên hûnandî yên jinan bal kişand. Gelek çalakger bi kincên xwe yên neteweyî tevlî meşê bûn û wêneyên şervanên di berxwedanê de şehîd bûne hatin hildan.

Girseya gel her tim dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Kurdistan yek e”, “Terorîst Colanî”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin. Di dema çalakiyê de bi almanî û fransî jî dirûşm hatin qîrîn.

DRAGUIGAN

Li bajarê Draguignan ê Fransayê, kona berxwedanê ya ku bi armanca piştevaniya bi Rojava re hate danîn, di roja 8’emîn de ye. Çalakî bi dewrgirtina nobetê ji aliyê ciwanan ve dewam kir û beşdaran berxwedana li Rojava silav kirin. Her wiha destnîşankirin ku ew ê heta ku êrîş bi dawî bibin, li qadan bin.

Li seranserê Ewropayê, bi sed hezaran kes ji bo piştevaniya Rojava dadikevin qadan. Çalakiya konvedanê ya li Draguignanê jî ji her demê bêhtir banga yekbûna xurt dike. Beşdaran peyama, “Divê em zêdetir xwedî li berxwedana Rojava derkevin” didin û biryardariya xwe ya ji bo mezinkirina piştevaniyê dubare dikin.