Cîhadîst, rageşiya Îran û DYAˊyê mijarên hefteya borî yên rojnameyan bûn

Rojnameyên Erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser derxistina xeteriya cîhadîst dixebite ku desthilatdariya xwe xurt bike, behsa rageşiya Amerîkayê li dijî Iranê û rewşa Ewropa kir.

Cîhadîst, rageşiya Îran û DYAˊyê mijarên hefteya borî yên rojnameyan bûn
1 sibat, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de behsa tevgerên çeteyên DAIŞˊê li Sûriyeyê, rageşiya Amerîka û Îran û rewşa Ewropayê kir.

VEGERA DAIŞ’Ê... NIHA KÎ WÊ DIXWAZE?’

Rojnameya El Nehar der barê vegera çeteyên DAIŞ’ê de nivîsî û diyar kir ku “tiştê ku diqewime ne vejîneke leşkerî ya kevneşopî ya DAIŞ’ê ye, lê belê ji nû ve bicihkirinek e ku ji parçebûna pergala ewlehiyê ya herêmî sûdê werdigire.”

Rojnameyê destnîşan kir ku DAIŞ derbasî stratejiyeke windakirin û têkbirina baweriyê bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê bûye û ji qelsiya dosyaya zindanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nemaze piştî revîna girtiyan ji navendên ragirtinê yên li Heseke û Reqayê sûdê werdigire.

Li gorî rojnameyê vegera DAIŞ’ê ne encama karekî yekalî yan biryareke rasterast ji aliyê yek kesî ve ye, lê di encama lihevhatina berjewendiyên tevlihev ên aliyên herêmî û navneteweyî de derketiye holê.

Rojnameyê wiha nivîsand: "Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji nû ve girîngiya gefa cîhadîst sûd wergirtiye da ku xwe wek hevkareke bingehîn ji bo civaka navneteweyî di "şerê li dijî terorê" de destnîşan bike. Lewre kanalên ragihandinê yên siyasî û ewlehiyê ji nû ve ava bike, beşdarî Koalîsyona Navneteweyî bibe û zexta têkildarî têkiliyên xwe yên berê û yên bi komên ku wekî tundrew hatine destnîşankirin, sivik bike."

Rojnameyê diyar kir ku Washington vegera DAIŞ’ê wek "gefekê ku dikare were birêvebirin" dibîne, armanca pêşîn a Tirkiyeyê jî lawazkirina Rêveberiya Xweser e, di encamê de şaneyên DAIŞ’ê bi awayekî demkî çalak bûn. Her wiha "xetereya Kurdan ji xetereya cîhadîstan mezintir dibîne."

Rojnameyê wiha bi dawî kir: “Berjewendiyan DAIŞ kiriye amûrek fonksiyonel di pevçûneke berfirehtir de. Naxwazin DAIŞ bi ser bikeve an bi temamî têk biçe, lê dixwazin wekî amûreke zextê di hevsengiyên ji nû ve xêzkirina bandorê de li Sûriye û herêmê de bimîne."

LI LUBNANÊ ŞÊR, LI GOLANÊ KÎVROŞK

Rojnameya El Quds El Erebî ya li Londonê diyar kir ku bûyerên dawîn ên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bandorên cidî li ser rewşa Kurdan û hem jî ya Sûriyeyê dikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bakur li dijî Kurdan helwesteke tund nîşan dide, di heman demê de li başûr li hember Îsraîlê aram e ku ev yek senaryoya ku ew wekî dubarekirina gotina "Li Lubnanê şêr e û li Golanê kîvroşk e" tîne bira mirov. Rojnameyê nivîsî ku sûdmenda herî mezin ê vê rastiyê Îsraîl e.

RAGEŞIYA DYA Û ÎRANÊ

Rojnameya Lubnanê El Exbar li ser rageşiya DYA’yê ya li dijî Îranê nivîsî û diyar kir ku Washington tevî temamkirina amadekariya xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn, bi polîtîkayeke "nezelaliya stratejîk" tev digere.

Rojnameyê destnîşan kir ku daxuyaniyên Trump ku ji aliyekî ve gefên leşkerî dixwe û ji aliyê din ve banga dan û standinan dike, nîşan didin ku ew dixwaze zextê li Tehranê bike bêyî ku biryara şer bide.

Rojnameyê diyar kir ku Îran her êrişekê, heta êrişeke sînordar jî be, wek "ragihandina şerekî giştî" dibîne û got ew ê bi hêza herî zêde bersivê bide, ev yek jî derî li ber aloziyeke ku dikare ji kontrolê derkeve, vedike.

GELO EWROPA DIKARE SERBIXWE BE?’

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê bal kişand ser siberoja têkiliyên Ewropa û DYA`yê û pirsî: "Gelo Ewropa dikare serbixwe be?" Rojnameyê nivîsî ku şerê li Ukraynayê lawaziya hêza parastinê ya serbixwe yên Ewropayê aşkera kir, tevî ku ji hêla aborî ve bi hêz e.

Rojnameyê diyar kir ku bangên ji bo "serxwebûna stratejîk" a Ewropayê zêde dibin, lê ji ber nakokiyên navxweyî û girêdayîbûna kûr a bi sîwana ewlehiyê ya DYA`yê ve, ev hewldan asteng dibin.