Li bajarên Koye û Teqteqê yên Başûr kampanyayên alîkariyê bo Rojava bi dawî bûn

Kampanyayên komkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurditanê yên li Koye û Teqteqê yên Başûr bi dawî bûn. Organîzerên kampanyayan dan zanîn ku wan hemû alîkariyên darayî û pêdiviyan radestî Heyva Sor a Kurd kirine.

Li bajarên Koye û Teqteqê yên Başûr kampanyayên alîkariyê bo Rojava bi dawî bûn
31 ÇILE, 2026   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Organîzerên kampanyaya alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê ya Koye, mîqdara alîkariya ku hatiye komkirin û cûrê wê ji raya giştî re eşkere kirin.

Organîzerê kampanyaya alîkariyê ya navçeya Koye Merîwan Hesen bi daxuyaniya çapemeniyê mîqdar û cûrên alîkariya ku wan di çarçoveya kampanyayê de ji bo Rojavayê Kurdistanê kom kirin, eşkere kir û wiha got; “Em spasiya welatiyên ku tevî rewşa aborî ya xirab jî, beşek ji debara xwe ya rojane ji bo xwişk û birayên xwe yên li Rojava bexş kirin. Mîqdarên ku hatine berhevkirin hatine tomar kirin û di rojên dawî de 40 hezar dolar radestî ofîsa Heyva Sor a Kurd ya li Silêmaniyê hatiye kirin. Hîn jî nêzîkî 9,000 dolar maye, ku ji bo bişînin Rojava di demek nêzîk de wê radestî rêxistinê were kirin.”

Li bajarokê Teqteq , Aso Mistefa wekî rêveberê deverê bi daxuyaniyek ragihand ku kampanyaya wan ya alîkariyê bidawî bûye û wiha got; “Alîkariya xelkê Teqteqê ji bo alîkariya Rojava nîşana yekîtî û biratiya netewî ye. Bi dehan ton xwarin û pêdiviyên cûr bi cûr bi çend kamyonan ber bi rojava ve hatin şandin. Her wiha îro, çar kamyonên ku derman û pêdiviyên tibî ji Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid ji bo alîkariya xelkê Rojava hatine şandin.”