Ji ber lehiyê hin pir û rê htin girtin

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de, ji ber lehiyê pirên El Suwai'iye û El Harî li gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji xizmetê derketin û rêyên li herêma El Settamê qut bûn. Rêyên li El Sukhnah, El Qeryateyn û El Seba' Biyar li gundewarên rojhilatê Humsê jî xera bûn û rêya Selanfa Curin li gundewarê Laziqiyê hat girtin.

Ji ber lehiyê hin pir û rê htin girtin
7 mijdar, 2026   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Barana dijwar ku ji êvara Pêncşemê, 5ê Mijdarê ve li hin deverên Sûriyeyê bariye, li deverên Dêrazorê bûye sedema lehiyan û hinek pir ji xemetê dercxistin. 

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, barana dijwar a ku roja Înê bi şev barî, li gelek geliyên herêma El Bûkemalê bû sedema lenhiyan, di encamê de pira El Suwai'iyeyê ji xizmetê derket û zirar da mal û zeviyên çandiniyê yên herêmê.

Rêveberê Navenda Parastina Sivîl li El Bûkemalê, Hîşam Matar, got ku pirbûna avê û leza herikîna wê, ji bilî xirabûna teknîkî ya pira El Suwai'iyeyê, bû sedema derketina wê ji xizmetê û her wiha hilweşîna pireke axî li deverê.

Her wiha ji ber barana dijwar û lehiyan Rêyên li El Sukhnah, El Qeryateyn û El Seba' Biyar li gundewarên rojhilatê Humsê jî xera bûn û rêya Selanfa Curin li gundewarê Laziqiyê hat girtin.

(k)

ANHA