Li gundewarên Quneytrayê hêzên Îsraîlê xaleke din danî

Hêzên Îsraîlê li ser rêya nêzî El Kesrat a li bakurê Quneytrayê xaleke leşkerî danî, lêgerîn li ser şêniyan û wesayitên wan pêk anîn.

Li gundewarên Quneytrayê hêzên Îsraîlê xaleke din danî
7 mijdar, 2026   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku hêzên artêşa Îsraîlê li rêya nêzî El Kesrat a ber bi bajarokê Cebata El Xeşeb ê li bakurê Quneytrayê xaleke leşkerî danî û li ser şêniyan û siwareyên wan lêgerîn pêk anîn.

Li rojavayê Derayê duh (6 Mijdar) hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ya ku ji 5 wesayîtan pêk dihat, kete herêmê.

Li gundewarên Quneytrayê jî hêzeke ji 3 wesayetên leşkerî pêk dihat, ji deriyê Ebû El Xîsar derbasî herêmê bû û ber bi Wadî El Reqad ve çû û paşê ji herêmê vekişiya.

(sb)

ANHA