Nêçîrvan Barzanî:  Divê çareserî li ser bingeha rêzgirtina li destûrê be

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî biryarên Serokwezîrê Iraqê got; "Divê çareserî li ser bingeha rêzgirtina li statûya destûrî û mafên Herêma Kurdistanê û pêbendbûna bi prensîbên hevpariyê û lihevtêgihîştinê be."

Nêçîrvan Barzanî:  Divê çareserî li ser bingeha rêzgirtina li destûrê be
24 mijdar, 2026   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryarên Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got:

 “Me daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê bi matmayîn û dilgiraniyeke kûr bihîst, bi taybetî di demekê de ku guftûgo di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî didome.

Em bi hemû awayên axaftina bi zimanê leşkerî ya li gel Herêma Kurdistanê red dikin. Tecrûbeyê ispat kiriye ku ev şêwaz tu pirsgirêkê çareser nake û ne di berjewendiya Iraqê û tu aliyî de ye.

Herêma Kurdistanê wekî hevpareke sereke di avakirina Iraqa nû û dariştina destûra wê de, li gel ku piştgiriyê dide parastina samanên nîştimanî û bicihanîna yasayê, tekez dike ku divê pêwendiya Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê be. Her wiha divê çareserî li ser bingeha rêzgirtina li statûya destûrî û mafên Herêma Kurdistanê û pêbendbûna bi prensîbên hevpariyê û lihevtêgihîştinê be.

Di vê qonaxa hestiyar de, em tekeziyê li ser girîngiya yekrêziya Kurdistanî dikin û em ji hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê dixwazin ku bi aqilmendî û berpirsiyariya niştimanî tevbigerin. Hêz û aramiya Herêma Kurdistanê, hêz û aramiya Iraqê ye û rêzgirtina li destûr û federaliyê, garantiya paşeroja me ya hevpar e.”