Leza zedebûna buhayan zexta debarê li Sûriyeyê giran dike

Dewamkirina bilindbûna buhayên madeyên xwarinê li sûkên Sûriyeyê û di heman demê de daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê, barê debara jiyanê li gel malbatan giran dike, ji ber guhertinên nirxên serfkirinê û lawaziya di çareserkirina pirsgirêkên li sûkan de, şênî nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin.

Leza zedebûna buhayan zexta debarê li Sûriyeyê giran dike
24 mijdar, 2026   08:11
ŞAM

Buhayên madeyên xwarinê li sûkên Sûriyeyê ji sedî 5-7 bilind bûne, herî dawî pêleke nû ya daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolar rû da.

Hesabgir Ziyad Kemîl dibîne ku bazirgan bi bilindbûna buhayên serfkirinê re kel û pelan biha dikin, ew li hêviya derketina lîsteyên nû yên buhayan ku ji hêla bazirganên din ve li gorî buhayê dolar ê nû tê derxistin, namînin.

Ziyad Kemîl da zanîn bihabûn li ser madeyên esasî yên wekî şekir, birinc, zeyt, zeyta zeytûnan, rûn û hwd çêbûye.

Pispora aborî û mamosteya berê ya Fakulteya Aborî ya Zanîngeha Şamê Îman Hesanî destnîşan kir ku li sûkan tevlîheviyê heye, bazirgan dixwazin kel û pelên li gel xwe bifroşin û karibin bi wan pereyan kel û pelên din bikirin, pê re jî parastina beşek ji feydeya xwe dikin.

Îman Hesanî dibêje ku bi salan e ev rewş didome, ji ber guhertina buhayê serfkirinê û ber bi çûyîna sûka hur ve zehmetî di çareserkirina vê rewşê de tê dîtin, ji bo pêkanîna pêvajoya anîna kel û pelan ji dervem gihandina wan a ji bo sûkan, tenê çend bazirgan hene.

CUDAHIYA DI NAVBERA ÇÎNÊN CIVAKÊ DE BERFIREH BÛYE

Îman Hesanî diyar kir ku cudahiya çînî li Sûriyeyê bi awayeke zelal rû daye, hinek dikarin li mol û xwaringehan fatoreyên zêdetirî mîlyonek lîreyên Sûriyeyê yê berê bidin, hinek jî mehan e li ser mîlyon û nîvek lîreyan jiyan dikin, çîna ku herî zirar dîtiye ew e ya ku mûçeyê ku digirin sînordar e, ew rojane rastî zehmetiyên dabînkirina pêdiviyên rojan ên xwarin, tenduristî, kirêya malan û perwerdehiyê tên.

BANKA NAVENDÎ Û RÊKARÊN ÇARESERIYA SÛKA SERFKIRINÊ

Banka Navendî ya Sûriyeyê bi awayekî fermî buhayê dolar bi 121, 5 lîreyê nû ji bo kirînê û ji bo firotinê bi 122,5 lîre ji bo firotinê diyar kiribû, lê li sûkan bi awayekî nefermî li ser 150 lîreyên nû ye.

Di 5`ê Mijdarê de Banga Navendî ji bo diyarkirina buhayan biryareke sîstematîk danî, ji komîseriyê hikumetê xwest ku pêkanîna vê biryarê bişopîne, karibe daneyan bixwaze û li gorî wê çareseriyê pêşkêş bike.

Lê tevî rêkarên çavdêriyê yê ku ji hêla aliyên hikumetê ve tên danîn, hîn jî buhayên madeyên xwarinê li sûkên Sûriyeyê bilind in.

(sb)

ANHA