Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin didome

Di Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin de hate gotin parastin bingeha jiyaneke birûmet e û ezmûna Rêveberiya Xweser îsbat kir ku bêyî azadiya jinan civak ji koletî û destpotîzmê azad nabe.

Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin didome
Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin didome
Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin didome
Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin didome
Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin didome
25 îlon, 2025   14:10
HESEKÊ

Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a 4’emîn li Hola Serdem a li Hesekê dewam dike.

Piştî axaftina hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd, ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Kurdistan Koçer axivî.

Kurdistan Koçer diyar kir ku şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 14 salan de mîrateyeke dîrokî ya pîroz hiştiye û got têkoşîna jinên şoreşger a li hemberî hêzên tarî û pergalên serdest tê nivîsandin.

Kurdistan Koçer di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi birêxistinbûna xwe û hêza xwe ya xweparastinê bûne felsefe û got: "Her jinek felsefeyek e."

Fermandar Kurdistan Koçer banga mezinkirina têkoşînê, piştgiriya YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li jinan kir û da zanîn ku parastin bingeha jiyaneke birûmet e.

Bi navê Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêvebera meclisê Cîhan Doko jî lidarxistina konferansê pîroz kir û wek "gaveke dîrokî ku îrade û berxwedana jinan îfade dike" pênase kir. Cîhanê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin aştî û guhertinê diafirînin û zemanê paşguhkirina jinan êdî qediyaye.

Cîhan Doko destnîşan kir ku jinan di avakirina rêveberî û di qadên siyasî de û diyarkirina siberojeke demokratîk de pêşeng in û  wiha domand: "Bêyî azadiya jinan civak ji koletî û destpotîzmê azad nabe."

Cîhanê îşaret pê kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ne teoreyek ji rêzê ye, lê belê pireke ku gel ber bi rewşeke nû ve bir û got, ev yek di dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" de diyar dibe.

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo jî da zanîn ku konferans di rewşeke îstîsna de tê lidarxistin. Rîhanê îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe hêz, îrade û bawerî da jinan da ku şoreşan bi rêve bibin û di hemû qadan de cihê xwe bigirin.  Rîhanê got, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar dane ku bi têkoşîna xwe dawî li pergala desthilatdar bînin. Her wiha diyar kir ku tevî êrişên domdar şoreşa jinan bûye şoreşeke zanistî.

Piştî axaftinan Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin kirin.

Konferans ji çapemeniyê re girtî didome. Di dawiyê de dê encamnameya konferansê were aşkerakirin.

(bb)

ANHA