Koma Duhokê cara yekemîn tev li Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer dibe

Koma Govendê ya Duhokê gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku tev li 7`emîn Mîhrîcana Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer bibe ya ku sibe dest pê dike.

14 îlon, 2025   17:14
QAMIŞLO

Koma Govendê ya Duhokê (Tipa Duhokê) gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo ku tevli 7`emîn Mîhîrcana Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer bibe ya ku sibe li bajarê Qamişloyê dest pê dike. 

Koma Peymangeha Bilind a Huneran a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê pêşwaziya koma ji Başûrê Kurdistanê hatiye kir. Derfet çêbû ku endamên komê, atmosfera peymangehê û beşên wê nas bikin.

Cara yekemîn e kom tev li mîhrîcanekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe. Ji bo wê, mîhrîcan qonaxeke girîng e û ji bo veguhastina hunerî û mîrasî di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê de, asoyan vedike.

Koma Duhok, sala 1997`an hatiye avakirin. Ji komên Başûrê Kurdistanê yên herî girîng e. 30 hunermendên kurd, asûr û ermen endamên wê ne. Hezkirina parastina mîrasa resen a kurdî wan kom dike.

Kom, bi berhemên xwe yên cihereng tê naskirin. Govendên kurdî, muzîka klasîk, di boneyên civakî û şahiyan de pêşand didin.

Koma Duhokê, tev li gelek mîhrîcanên xwecih û navneteweyî bûye. Roleke çalak di parastina mîrasa kurdî û ragihandina wê ji bo nifşên nû de lîstiye. Lewma di vê qadê de ji komên pêşeng e.

Çaverê ye ku 7`emîn MÎhrîcana Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer li bajarê Qamişloyê bi dirûşma “Çîroka her govendekê û çîroka her dîrokekê heye” sibe dest pê dike.

 (şx)

ANHA