Li Hesekê mîhrîcaneke çandî û hunerî hat lidarxistin

Li Hesekê ji bo balkişandina ser pirrengiya çandî û jiyana hevbeş bi mîhrîcaneke çandî komên muzîk, şano û govendên folklorîk berhemên xwe nîşan dan.

Li Hesekê mîhrîcaneke çandî û hunerî hat lidarxistin
Li Hesekê mîhrîcaneke çandî û hunerî hat lidarxistin
Li Hesekê mîhrîcaneke çandî û hunerî hat lidarxistin
Li Hesekê mîhrîcaneke çandî û hunerî hat lidarxistin
Li Hesekê mîhrîcaneke çandî û hunerî hat lidarxistin
Li Hesekê mîhrîcaneke çandî û hunerî hat lidarxistin
Li Hesekê mîhrîcaneke çandî û hunerî hat lidarxistin
Li Hesekê mîhrîcaneke çandî û hunerî hat lidarxistin
Li Hesekê mîhrîcaneke çandî û hunerî hat lidarxistin
12 mijdar, 2026   16:04
HESEKÊ

Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê, bi beşdariya bi dehan hunermend û nûnerên ji pêkhateyên bajêr, li avahiya navendê ya li bajêr mîhrîcanek organîze kir.

Di mîhrîcanê de endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê Fayiz Hisên axivî û bal kişand ser pirrengiya çandî û civakî ya li Hesekê, girîngiya pêşxistina jiyana hevbeş û aştiya civakî ya di navbera pêkhateyan de.

Fayiz Hisên da zanîn ku têkiliya şêniyên bajêr bi hev re di salên dirêj de hatiye avakirin, divê girêdana bi nirxên aştiyê û biratiyê bê xurtkirin, hewldanên têkbirina van têkiliyan bên redkirin.

Di mîhrîcanê de dê komên muzîkê, şano û govendê berhemên xwe pêşkêş kirin, Koma Tolhildan a muzîkê stranên kurdî pêşkêş kirin, Koma El Suryan jî govend pêşandan.

Koma Mustefa a şanoyê şanoyek der barê perwerdeya bi zimanê kurdî û misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî de pêşkêş kir, piştre Koma Artsax govendeke erebî pêşkêş kir, mîhrîcan bi pêşkêşkirina govendê ji hêla Koma Tolhildan ve bi dawî bû.

(sb)

ANHA