Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’emîn de didome

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn di roja sêyemîn de bi lidarxistina atolye, semîner, nîşandana belgefîlm û fîlman didome.

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’emîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’emîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’emîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’emîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’emîn de didome
15 mijdar, 2026   14:40
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn ku ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava pêk tê, di roja sêyemîn de didome. Mîhrîcan bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” li Hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê pêk tê.

Îro atolyeya li ser bikaranîna ronahiyê ya di sînemayê de ji aliyê derhênerê dîmen û ronahiyê Jafar Amin Al Betar hat lidarxistin. Atolye li Hunergeha Welat pêk hat û dê heta 17’ê mehê bidome.

Her wiha belgeselçêker Guevara Namer li ser pêvajoya çêkirina belgeselê û ezmûnên xebatê yên di qada navneteweyî de semînerek da. Semîner li navenda Sîne Jinê pêk hat û dê rûniştina duyemîn jî sibe bidome.

Li Navenda Mihemed Şêxo jî du fîlmên ji beşa Rojava, yên bi navên “Rêwiyên ser Riya Agir” û “Keziyên Berxwedanê”  hatin nîşandan.

Demjimêr 15.00’an jî dê derhênera fîlma “Berbû” Sêvînaz Evdikê, li TEV-ÇAND’ê behsa Festîvala Fîlman a Jinan a Nûjîyan bike. Di heman saetê de li Navenda Mihemed Şêxo belgesela “Kî me ez?” dê were nîşandan.

Di navbera demjimêr 18.00 û 19.10’an de jî belgefîlmên “04.17 Adiyaman” û “Pêlên Kurdan” dê dê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bê nîşandan.

(bî)

ANHA