Li Dêrikê pirsgirkên çopê û kanalîzasyonê: Banga çareseriyê hat kirin

Şêniyên taxên Zorava û Cûdî yên Dêrikê ji ber nebûna toreyên kanalîzasyonê û kombûna çopê zehmetiyan dikişînin. Şaredarî jî ji ber lêçûna giran nikare projeyê pêk bîne.

Li Dêrikê pirsgirkên çopê û kanalîzasyonê: Banga çareseriyê hat kirin
Li Dêrikê pirsgirkên çopê û kanalîzasyonê: Banga çareseriyê hat kirin
Li Dêrikê pirsgirkên çopê û kanalîzasyonê: Banga çareseriyê hat kirin
Li Dêrikê pirsgirkên çopê û kanalîzasyonê: Banga çareseriyê hat kirin
Li Dêrikê pirsgirkên çopê û kanalîzasyonê: Banga çareseriyê hat kirin
Li Dêrikê pirsgirkên çopê û kanalîzasyonê: Banga çareseriyê hat kirin
Li Dêrikê pirsgirkên çopê û kanalîzasyonê: Banga çareseriyê hat kirin
Li Dêrikê pirsgirkên çopê û kanalîzasyonê: Banga çareseriyê hat kirin
20 tebax, 2026   11:39
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Şêniyên taxa Zorava ya li ser rêya Eyndîwer û taxa Cûdî yên li bajarê Dêrikê zehmetiyên nebûna toreyên kanalîzasyonê û belavbûna cihokên avê, her wiha kombûna çopê dikişînin. Şêniyan banga çareseriyeke lezgîn li şaredariyê kirin. Şaredarî jî, bilindbûna buhayan û nebûna budçeyê wekî sedemên derengmayîna pêkanîna projeya kanalîzasyonê destnîşan kirin.

Şêniyê bi navê Xelîl Îsmaîl ê ji taxa Zorava nebûna xetên kanalîzasyonê wekî pirsgirêka herî mezin bi nav kir û got, ava serşokan bi awayekî vekirî li ber malan diherike, ev jî bûye sedema belavbûna bêhnên nexweş û kêzik û jiyana wan rojane jî zehmet kiriye.

Xelîl Îsmaîl destnîşan kir ku şêniyekî bi awayeke ne qanûnî selexxaniyeke di taxê de vekiriye û got, bêhne nexweş jê derdikeve û sewal li derdora wê kom dibin.

Xelîl Îsmaîl diyar kir ku ji bo şaredarî projeya kanalîzasyonê pêk bîne, beriya çend salan şênî xwestin bi pereyên xwe boriyên kanalîzasyonê bikirin, lê heta niha ew proje pêknehatiye.

Şêniya bi navê Şamîran Hesen ya ji heman taxê da zanîn asta xizmetguzariyê li taxê pir kêm e û  got, wan  ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek caran serî li şaredariyê dane lê hîn pirsgirêk nehatine çareserkirin.

Şamîran Hesen destnîşan kir ku ji ber bêhna nexweş ew nikarin pencereyên xwe vekin, an  li ber deriyên xwe rûnên û sarkarên xwe yên avî bikarbînin. Her wiha da zanîn ku ji bo bêhna nexweş derbasî hundirê nebe ew sarkerên hundir ên nû bi kar tînin.

Endamê Rêveberiya Komîteya Teknîkî ya Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Îbrahîm Saedo diyar kir ku taxên Zorava û Cûdî ne girêdayî toreyên kanalîzasyonê yên sereke ne, lewma divê xeteke nû ji gundê Bana Qesrê ya girêdayî Dêrikê bê çêkirin.

Îbrahîm Saedo da zanînku lêçûna projeyê nêzî 500 hezar dolar e, giraniya lêçûnê hiştiye ku were rawestandin. Her wiha bi bîr xist ku wan nêzî mehekê careke din pêşinyara projeyê pêşkêş kiriye, lê hîn budçeya pêwîst tune ye, ev yek dihêle ku proje pêk neyê.

(sb)

ANHA