Li Hesekê têkildarî şermezarkirina tecrîdê meş

Şêniyên bajarê Hesekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kir û banga bilindkirina asta têkoşînê kir.

Li Hesekê têkildarî şermezarkirina tecrîdê meş
Li Hesekê têkildarî şermezarkirina tecrîdê meş
Li Hesekê têkildarî şermezarkirina tecrîdê meş
Li Hesekê têkildarî şermezarkirina tecrîdê meş
Li Hesekê têkildarî şermezarkirina tecrîdê meş
Li Hesekê têkildarî şermezarkirina tecrîdê meş
Li Hesekê têkildarî şermezarkirina tecrîdê meş
Li Hesekê têkildarî şermezarkirina tecrîdê meş
23 tîrmeh, 2024   21:49
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û endamên Rêxistinên Civaka Sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser û eşîrên Kurd û Ereb têkildarî şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş ji Çerxerêya Hemame dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî ve bi rê ket.

Li wir, endama rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser nave Kongra Star Şêrîn Oso tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ji revandina Rêbertî ew bû ku doza gelê Kurd tune bikin û fikrê Rêbertî ji gelên herêmê bi dûr bixin."

Şêrîn Oso bang li gelên herêmê kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hevgirtina xwe xurt bikin.

Meş bi siloganên şermezarkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(mh/fr)