‘Gerîla parastina rûmet û azadiya gelê Kurd dike’

Şêniyên bajarê Tirbespiyê xiyaneta PDK’ê ya vekirina rê li ber dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, şermezar kir. Şêniyan got gerîla parastina rûmet û azadiya gelê Kurd dike.

‘Gerîla parastina rûmet û azadiya gelê Kurd dike’
24 tîrmeh, 2024   05:06
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK), dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê dewam dike. Gelê Herêma Bakurû û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê hêrsa xwe nîşan da û bang kir ku li dijî xiyanet û dagirkeriyê divê were sekinandin.

Şêniyên bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê diyar kir ku “dîrok dê şahid be ka kî berxwedan û fedakariyê dike û kî xiyanetê dike û dagirkeriyê tîne ser axa xwe”.

Nesîm Murad têkildarî mijarê got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike. Mixabin, em dibînin ku PDK piştgiriya projeyên dagirkeriya Tirk dike.”

Murad bang li PDK’ê kir ku dest ji hevkariya dagirkeran berde, her wiha bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî planên dagirkeran bibe yek.

Dîlber Silêman jî destnîşan kir ku îro berxwedaneke dîrokî li dijî dagirkeriya Tirk nîşan didin, lê aliyekî kurdî piştgiriya dagirkeriya Tirk dike. Dîlber got bûyerên li Başûr diqewimin cihê şermezariyê ne û her kes dê li dijî xiyanet û dagirkeriyê bisekine.

Ebdulxenî Temê jî got: “Tirkiye bi salan hewl dide gelê Kurd qir bike, doza wî ji holê rake û ji bo projeya dagirkeriyê ji hemû cîhanê re tawîzan dide. Şerm e ku hinek Kurd beşdarî van siyasetên li dijî gelê Kurd bibin.”

Temê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gerîla li Kurdistanê li dijî dagirkeran li ber xwe didin, divê her kes bizane kî piştgiriya dagirkeriya Tirk dike.”