Lêçûna amadekirina xwendekarekî ji bo dibistanê li Cizîrê çi qas e?

Dibistan dest pê kirin, çavê malbatên li herêma Cizîrê li dabînkirina pêdiviyên dibistanê ne, buhayên kel û pelên têkildarî dibistanan bilind in û ji hev cuda ne, lêçûna amadekirina xwendekarekî ji bo dibistanê barê malbatan girantir dike, bi taybet ji bo malbatên ku lê zêdetirî xwendekarekî heye zehmetî derdikevin.

Lêçûna amadekirina xwendekarekî ji bo dibistanê li Cizîrê çi qas e?
Lêçûna amadekirina xwendekarekî ji bo dibistanê li Cizîrê çi qas e?
Lêçûna amadekirina xwendekarekî ji bo dibistanê li Cizîrê çi qas e?
Lêçûna amadekirina xwendekarekî ji bo dibistanê li Cizîrê çi qas e?
7 îlon, 2026   07:50
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Bi destpêkirina sala xwendinê ya nû 2026/2027`an (6 Îlon), malbatên li herêma Cizîrê xwe li ber zehmetiyên darayî yên zêde dibînin, di demekê de ku buhayên pêdiviyên dibistanan zêde ne û ne bi istiqrar in, dabînkirina kel û pelên sereke yên xwendekaran jî bareke giran e, bi taybet ji bo malbatên ku gelek xwendekarên wan hene.

Me ji bo naskirina asta buhabûnê, her malbatek ji bo amadekirina xwendekarekî çi qas pereyan xerc dike, li hejmarek nivîsgehên giştî (cihê ku pêdiviyên dibistanan lê tên firotin) yên li Qamişloyê, geriyan.

Hat dîtin ku buhayê kel û pelan Ii gorî qelîte û awayê wê tê guhertin, xwediyê nivîsgehan jî diyar kirin ku buhayê pêdiviyan ne bi istiqrar e, di nava rojekê de tê guhertin.

BUHYÊN PÊDIVIYÊN DIBISTANAN

Buhayê lênûseke 60 rûpel derdora 6 hezar lîreyên Sûriyeyê ye, lênûsa resmê ya 90 rûpel bi 15 hezar lîreyî ye, lênûsa 120 rûpel bi 20 hezar lîreyî ye û lênûsa 200 rûpel bi nêzî 22 hezar lîreyî ye.

Buhayên pênûsan di navbera 10-17 hezar lîreyî ne, buhayê pênûsên rengan jî nêzî 10 hezar lîreyî ye. Pênûs dank jî bi 15 û 20 hezar lîreyî ye û depoyê avê yên çend lîtreyî bi 18 û 45 hezar lîreyî ye.

Buhayê çentê dibistanê ji nêzî 50-150 hezar lîre yan gelektir e jî, ev yek li gorî qelîteya wê dimîne.

LÊÇÛNA AMADEKIRINA XWENDEKAREKÎ ÇI QAS E?

Li gorî şopandinê û tişta herî kêm bi me re derketiye, mirov dikare bi vî awayî lêçûna amadekirina xwendekarekî derxîne:

Heke xwendekar bi hacetî 6 lênûsên xwedî 60 rûpelane, 2 pênûs, pênûsên rengîn, pênûsdanek, depoyeke avê û çentê dibistanê yên herî erzan be, wê buhayê lêçûnê 150 hezar lîreyên Sûriyeyê be, ev lêçûn ne ji bo hemû pêdiviyên dibistanê ne, ev tenê koma destpêkê ya pêdiviyan e.

Dibe ku di dema kirîna lênûsên xwedî rûpelên zêde yan kel û pelên xwedî qelîteyên giran, lêçûna pêdiviyan bi awayeke diyar bilind bibe. Mînak heke 6 lênûs yên 120 rûpel li şûna yên 60 rûpelan bê kirîn, wê tenê buhayê lênûsan bilind bibe û ji 36 hezaran bibe 120 hezar lîreyan, bi vî awayî lêçûna giştî dibe nêzî 233 hezar lîreyan.

Heke çente bi 150 hezar lîreyan li şûna ya buhayê wê yê kêm bê kirîn, wê lêçûna giştî bihêje nêzî 250 hezar lîreyan.

Lê di dema komkirina di navbera lênûsên bi buhayê bilind û çenteya cureya wê bilind pêk were, wê lêçûna giştî ya koma destpêkê ya pêdiviyên dibistanê bibe 330 hezar lîre.

PÊDIVIYÊN KU NAKEVIN HESABÊ DE

Ev hejmarên ku beriya niha derbas bûn, hejmarên nêz in. Xwendekar bi hacetî pêdiviyên din in, ev yek li gorî qonaxa dibistanê û madeyan pêk tê.

Hejmara lênûsên ku tên xwestin li gorî qonaxa xwendinê û hejmara dersan pêk tê, ev tê wateya ku lêçûn ji tişta ku hatiye gotin bilindtire.

TEVGERA KIRÎNÊ LAWAZ E

Bilindbûna buhayan tenê bandorê li malbatan nake, ew bandorê li tevgera kirîn û firotina li firoşkaran jî dike, hejmarek ji xwediyê nivîsgehên ku pêdiviyên dibistanan difroşin diyar kirin ku tevgera kirînê lawaz e û ne wekî salên berê ye.

Xwediyê nivîsgehan bilindbûna buhayan vedigerîne lêçûna anîna kel û pelanji derve, kirya gihandina wan a herêmê û bacan, cudahiya di navbera pereyên nû yên kevin, nebûna wan a li sûkan jî bi awayeke giştî bandor li tevgera sûkê kiriye.

Li gorî şopandina ku ji hêla me ve hatiye kirin, pirsgirêk ne tenê bilindbûna buhayan e, ew buha ne bi istiqrar in jî, ew bi awayeke rojan e tê guhertin carnan jî di kêmî rojekê de tê guhertin, ev dihêle ku malbat nikaribin li gorî wê xwe amade bikin.

(sb)

ANHA