Li bendava Firatê tedbîrên nû hatin girtin

Rêveberê Giştî yê Saziya Giştî ya Bendava Firatê ragihand ku ew ê heta 10 rojan, rojane  825 (m3) di çirkeyekê ava bendavê vala bikin. Ji şêniyên Reqa û Dêrazorê xwest ku baldar bin.

Li bendava Firatê tedbîrên nû hatin girtin
16 tebax, 2026   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Giştî yê Saziya Giştî ya Bendava Firatê, Endezyar Heysem Bekûr aşkere kir ku ji ber ji hêla Tirkiyeyê rojane 825 (m3) di çirkeyekê de ava ji bendana Gedîranê tê valakirin ser çamê Firatê, ew jî dê heta 10 rojan, rojane  825 (m3) di çirkeyekê ava bendava Firatê vala bikin

Bekûr destnîşan kir ku rewşa heyî li Reqa û Dêrazorê aram asayî ye, her wiha dê sazî dê rewşa bilindbûna avê bişopîne û li gorî wê tevbigere.

Bekûr da zanîn ku zêdebûna heyî ne xeter e, lê divê hişyarî û baldarî hebe. Bila şênî dûrî melevaniyê bikevin, alavên çandiniyê jî dûrî qiraxên çem bixin.

Wezaretê ji şêniyên Reqa û Dêrazorê, bi taybet ên nêzî çemê Firatê xwest ku hişyar bin û dûrî qiraxên çem bikevin.

(sb)